Li Silêmaniyê cenazeyê jineke ciwan hat dîtin

Li nêzî parka Azadî ya bajarê Silêmanî cenazeyê jinek ciwan hate dîtin. Polîsan ji bo zanyariya mirina bi guman cenaze rakirin nexweşxaneya Tiba edlî.

Navenda Nûçeyan- Mirinên bi guman ên jinan zêde dibe, tenê îsal heta dawiya meha Gulanê 25 jin li başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin yan jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku, di saet 02:30’ê şevê de cenazeyê jinek ciwan ku temenê wê di navbera 17-18 salî de ye, li ber yek ji avahiyên ku nêzî Parka Azadî ya Silêmaniyêye hat dîtin.

tîmên polîsan tewa çûn cihê bûyerê û derbarê bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin ji bo lêkolînê cenaze rakirin nexweşxaneya tiba edlî ya Silêmaniyê .