‘Alîkarî nagihêje Xezayê, zarok ji birçîna dimirin’

WHO û NY ragihand ku li Xezayê hewldanên alîkariyê tê astengkirin zarok ji birçîna jiyana xwe jiyana xwe ji dest didin. Li aliyê din li DYE çalakiyên li dijî êrişên Îsrailê belav bûye polîs mudaxeleyî xwepêşandanan dike.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsrailê li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve bê navber berdewam dike.

Erkdarên alîkariya mirovî ya Netewên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya dûh dayî de, diyarkir ku alîkariyek gelek kêm digihêje mirovên li Xezayê û zarok ji birçîna dimirin. Rayedaran ji bo alîkarî bi awayek ewle bigihêje herêmê û ji bo rêz li hiqûqa navneteweyî were girtin bangek nû kirin.

‘Zarok ji birçîna dimirin’

Berdevkê WHO Dr. Margaret Harris di civîna heftane ya çapemeniya Ofîsa NY ya Cenevre de derbarê rewşa li Xezayê tê jiyan kirin de wiha got: “Zarokên dibin 5 salî de nikarin xwarin bigrin. Hûn di pirsin gelo dikarin xwe bigihînin erzaq? Na zarok ji birçîna di mirin.” Berdevkê Ofîsa Koordînasyona karê Mirovî ya NY (OCHA) Jens Laerke di heman civînê de bal kişand ku xeteriya xelayê û kêmbûna tîmarbûnê û wiha got: “Ji bo pêşîlêgirtina xelayê û ji bo astengkirina her cûrê tirsê, ez dikarim bêjim miktara xwarinê ya ku pêwîstiya wan pê heye nagrin. Niha gelek kêm digihêje destê wan.”

 Krîza tendirûstiyê tê jiyîn

Ajansa Avadanî û Alîkariya Penaberên Filistînî ya Netewên Yekbûyî (UNRWA) derbarê êrişên Îsrailê li ser Xezayê û pêkanîna sînordarkirinê li ser hesabê medyaya dijîtal parvekirin kir. Di parvekirinê de ev tişt hate gotin: “Malbatên li Xezayê bi krîzek acil ya tendirûstiyê ku heta niha nehatî dîtin rû bi rû ye. Her roj mirov bi pirsgirêkên weke birîndarbûn, travma, kêmaniya paqijiyê, nexweşiyên şewbê, kêmaniya xwarin û avê, sînordarkirina xwe gihandina xizmeta tendirûstî û dermanan jiyan dikin.”

Li DYE êrişa polîsan

Li aliyê din li herêmên cûda yên DYE çalakiyên li dijî êrişên Îsrailê berdewam dike. Bi sedan kesên ku li ber avahiya Federal ya bajarê San Francisco ya eyaleta Kaliforniya kom bûn, ji aliyê polîsan ve hatin mudaxele kirin. Li bajarê New York bi sedan xwepêşander bi daxwaza dawî li êrişên Îsrail were anîn çalakî li darxistin.  Girseyê bertek nîşanî êrişên artêşa Îsrailê li bajarê Refah li dijî kampên Filistîniyên ku ji cihê bûne dan û rastî mudaxeleya dijwar ya polîsan hatin. Hate zanîn piştî mudaxeleyê hejmarek zêde kes hatine binçavkirin. Di çalakiyê de di çatiya muzeya Brooklyn panqeretên mezin yên li ser ‘Filistîna Azad’ û ‘dest ji komkujiyê berde’ hate daliqandin.

Li zanîngehan dê cardin kamp were avakirin

Hate zanîn ku li zanîngeha Columbia ya bajarê New York di hevdîtinên polan de ji bo piştevaniya Filistînê dest bi avakirina kampan hatiye kirin. Li bajarê Toroto ya Kanada bi aramnca piştevaniya bi gelê Xezayê û şermezarkirina êrişên Îsrailê li ser kampa Filistiniyê ên bajarê Refahê ku  ji cihê xwe bûne li îstasyoa Union ya li navenda bajar çalakî hate li darxistin.