Li rojhilatê Kurdistanê jinek ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin

Hêzên rejîma Îranê li gundê Yengîce ya Bokanê avêtine ser malekê û jina bi navê Hetaw Ekremî binçavkirin û heta niha jî aqûbeta wê nayê zanîn.

Navenda Nûçeyan- Binçavkirina çalakvanên siyasî û welatiyan ya ji aliyê dewleta Îranê ve bê navber berdewam dike. Di rojên dawî de gelek kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin û heta niha jî aqûbeta wan nayê zanîn.

Li gorî nûçeya di Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê de cih girtî, roja Pênçşemê (30 Gulan-2024) hêzên Îranê li gundê Yengîce ya ser bi Bokanê avêtine ser malekê û jina bi navê Hetaw Ekremî binçavkirine.

Hat zanîn ku Hetaw Ekremî ev çend salin li Başûrê Kurdistanê niştecih bûye, lê di rojên borî de ji bo tevlî daweta kurê xwe bibe, serdana Rojhilatê Kurdistanê kiribû. Di serdegirtina mala wê de hate binçavkirin. Heta niha jî sedema binçavkirina Hewta Ekremî nayê zanîn.