Li Xezayê zarokek din ji birçîna jiyana xwe ji dest da

Li Zîvala Xezayê ku êrişê Îsrailê berdewam dike, deriyên sînor hatiye girtin û hewldanên alîkariya mirovî tê asteng kirin zarokê bi navê Abdulkadir es-Serhî yê 13 salî ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Li Zîvala Xezayê ku ji 7’ê Cotmehê ve bê navber êrişên Îsrailê berdewam dike û hewldanên alîkariya mirovî tên astengkirin, zarokek din ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji desta da.

Li gor nûçeya di ajansa fermî  ya Filistin WAFA de cih girtî; Abdulkadir es-Serhî yê 13 salî li nexweşxaneya Şehîdên Aksa li navenda başa Deyr el-Belah ya Zîvala Xezayê ji ber kêm tîmarbûn û windakirina avê jiyana xwe ji dest daye. Bi Abdulkadir es-Serhi re hejmara kesên ku ji birçîna jiyana xwe ji dest dane bû 37. Ev hejmar tenê di çarçoveya xwegihandina nexweşxaneyê de derketiye bû nûçe. Di nûçeyê de îfadeya ku “Ji ber biçîbûnê bi dehan kesan bêyî xwebigihînin nexweşxaneyê bê deng jiyana xwe ji dest didin.”

Di êrişa Îsrailê ji 7’ê cotmehê ve li ser Zîvala Xezayê herî kêm 15 hezar 328 zarok, 10 hezar 171 jin di nav de 36 hezar 284 Filistînî jiyana xwe ji dest dane, 82 hezar 57 kes jî birîndar bûne.