Wezareta Tendirustiyê ya Filistinê: Dê 155 zarok bê tehliyekirin

Wezareta Tendirustiyê ya Filistinê da xuyakirin ku dê 155 zarokên birîndar di 17’ê Mijdarê re ji Emîriya Yekîtiya Ereban re bê şandin.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 155 zarokên birîndar ên ji Zîvala Xezayê ku ji ber êrîş û dorpêça dijwar a artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê vir ve pergala tenduristiyê têk çûye, dê ji Emîriya Yekîtiya Ereban re bên tehliyekirin.

Di daxuyaniya ku tê de navên 155 zarokên birîndar ên ku dê li Emîriya Yekîtiya Ereban bên dermankirin cih digirin de, hat xwestin ku di 17’ê Mijdarê de li gorî saeta herêmî saet 08.00’an zarok bên Deriyê Sînor ê Refahê.