'Ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e em binin yek'

Jinên Efrîn û Şehbayê ku piştgiriya xwe ji bo kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di asta cîhanî de dest pê kir ragihandin, ji bo partiyên Kurd, siyasetmedar û hemû pêkhateyên gel banga yekitiyê kirin.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba- Di 10’ê Cotmehê de bi pêşengiya rêxistinên sivîl ên navneteweyî, sendîka, partiyên siyasî, rewşenbîr û nivîskaran bi armanca azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 74 welatên cîhanê bi dirûşma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” kampanyayek cîhanî hat destpêkirin. Ji bo kampanpaya cîhanî ku zêdetirê mehek e bi awayekî aktîf çalakiyên xwe didomîne, zêdetirê ji 100 welatan gelek kes û sazî beşdar bûn. Beşdarî û piştgiriya seranserê cîhanê ya ji bo kampanyayê roj bi roj zêde dibe. Jinên Efrîn û Şehbayê jî piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê ragihandin û ji ajansa me re axivîn.

'Divê hemû cîhan helwestek diyarker nîşan bide’

Silava Cuma, destpêkê banga yekitiyê kir û wiha got: "Em wek hemû gelan li ser heman axê dijîn û ji ber vê yekê trajedî û êşên me eynî ne. Ji ber vê yekê divê hemû kes ji bo zehmetî astengiyên rastî wan tên derbas bikin, bibin yek. Fikir, felsefe û xebatên Rêber Abdullah Ocalan rasterast bi hemû civak, beş û pêkhateyên li ser rûyê erdê dijîn re girêdayî ye. Lewma em jî tevlibûna xwe ya kampanyaya cîhanî ya ku bi armanca azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, radigihînin.”

'Pêwîst e azadiya fizîkî bê misogerkirin’

Amanî Şeyho, da zanîn her çiqas Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîde be jî fikrên wî azad in û wiha got: "Bi fikra xwe ya ku aştî, demokrasî û edaleta civakî esas digre, projeyên ku dê hemû gelan û beşên civakê bigihîjîne hev ava dike. Ji bo çareseriya hemû qeyranên Rojhilata Navîn divê azadiya fizîkî bê misogerkirin. Ji ber ku cîhan roj bi roj xerabtir dibe."

'Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin’

Newroz Haşim jî anî ziman ku kampanyaya cîhanî ya li 74 navendan hatiye destpêkirin kampanyayeke bi bandor e. Newroz Haşim, diyar kir ku kampanyayê li seranserê cîhanê deng vedaye û wiha got: “Hêzên kapîtalîst û serwer û partiyên li herêmê ji bo astengkirin û serneketina kampanya me ya bi armanca azadiya Rêber Abdullah Ocalan gelek hawirdorên qeyranê ava dikin. Lê em ê ji bo Rêber Ocalan têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê hemû astengî û zehmetiyên ku derdikevin pêşiya me derbas bikin. Ji bo çareseriya qeyranên Rojhilata Navîn û cîhanê pêwîst e partiyên Kurd, siyasetmedar û hemû pêkhate destên xwe bidin hev û refên xwe bikin yek.”