‘Rizgariya mirovahiyê bi bîrdoziya Rêber Apo pêkan e’

Hevseroka Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan Felek Yusif têkildarî komploya navdewletî û pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha got: “Rizgariya gelan û xwezayê bi bîrdoziya Rêber Apo pêkan e.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Ev 25 sal in ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de tê girtin, her wiha ev 31 meh in ku agahî jê nayê girtin ku şert û mercên giran yên tecrîdê de ye. Di bin dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ji 74 welata pengava li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin.

Têkildarî rewşa ku li girtîgeha Îmraliyê tê jiyîn û pêngava azadiyê ya hatiye destpêkirin, Hevseroka Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan Felek Yusif ji ajansa me re axivî.

‘Komplo gelên Rojhilata Navîn û civaka Kurd armanc digre’

Felek Yusif ya anî ziman ku “Komploya navdewletî  ku di kesayeta Rêber Apo de gelên Rojhilata Navîn û bi taybet jî civaka Kurd hatin armancgirtin, 25 sal li pey xwe hîşt. Hêzên desthilatdar û hegemon ji bo Rojhilata Navîn nexşeriyeke nû amededikirin, lê bîrdoziya Rêber Apo li hember planên hatine çêkirin astengî û xeteriyeke mezin bû” wiha nirxandina xwe dewam kir:

“Di navbera hêzên hegemon de komployek hat amedekirin da ku xeteriya li ser pirojeya xwe ji holê rakin ku ew jî di girtina Rêber Apo de teqez dibe. Wê demê Rêber Apo li Sûriyê bû, ji ber vê gef li hikûmeta Sûriyê hat xwarin da ku Serok radest bikin. Rêber bi tu awayî şer napejirîne, ji ber vê ji Sûriyê derket û berê xwe da welatên Ewropa û Afîrqa. Ewropa xwedî taybetmendiyên wiha ne ku qaşo bi demokrasî, azadî û edaleta xwe tên nasîn, her wiha bi parastina zagonên mafê mirovan, jin, zarok, xweza û lawaran jî. Serok bi vê armancê berê xwe da Ewropa da ku mafê xwe yê siyasî bikar bîne û xebatên xwe li wê parzemînê dewam bike û pirsgirêka Kurd deyne ser maseyê.”

‘Çareserî li gel Rêber Apo ye’

Feleke Yusif diyar kir ku hêzên komploger hewl didin pêwendiya di navbera Abdullah Ocalan û gel de qût bikin û got: “Kesayeteke weke Rêber Apo ku hizirên azadî, edalet, wekhevî, hevjiyana azad girtin, xwest bi welatên Ewropa jî bide nasîn. Wê demê hîn welatên dost hebûn ku soz jî dabûn Rêber Apo, lê mixabin ew welat xwedî li soz û zagonên xwe derneketin. Wiha jî komployê ji 1998’an ber bi 1999’an berdewam kir ku di encamê de Rêber Apo ji wê demê de girtî ye. Li ber çavên tevahî cîhanê, raya giştî û bi piştgiriya ew hêzên hegemon Rêber Apo girtî ye û di nava mercên dijwar yên girtîgeha Îmraliyê de jiyan dike. Ev kiryar li gorî hemû hevpeyman û zagonan nayên qebûl kirin ku mirov dikare bêje di girtîgeha Îmraliyê de mirovahî tê binpêkirin. Sedsaliya Lozan bi dawî bû, ji ber vê em dibînin ku niha Rojhilata Navîn û cîhan di nava aloziyeke cidî de dijî û her ku diçe kûrtir dibe. Cîhan hemû dizane ku çareseriya vê pêvajoyê li gel Rêber Apo ye, lê hêzên gilopal naxwezin ku çareseriya Rêber Apo bikarbînin. Ji bo vê em dibînin ku heta niha jî hevdîtin bi Rêber Apo re nayên kirin û heta hatiye qedexekirin da ku ev hêz bikarbin bê astengî projeya xwe pêk bînin.”

‘Pêngav naskirina gelan ji bîrdozî û çareseriya rast re teqez dike’

Felek Yusf wiha pêngava hatiye destpêkirin nirxand: “Ev 25 sal in ku xelekên komployê didomin, li hember vê yekê jî berxwedana Rêber Apo jî dewam dike. Dema hêzên komploger xwestin ku Îmraliyê bikin navenda tunekirina projeya çareseriyê, Rêber Apo jî ew girtîgeh veguherand dibistana rizgarkirina mirovahiyê. Rêber Apo Netewa Demokratîk ji bo gelan pêşkêşkir da ku mirov li ser axa xwe bi rûmet, ziman û çanda xwe bijîn. A niha em dibînin gelê ew welatên Ewropa ku ji 74 welatan gel daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Ev gav di encama naskirina gelan ji proje û bîrdoziya Rêber Apo re ye.

Beriya 25 salan jî ev proje û bîrdozî hebû, lê hikûmetên ev gelên îro daxwaza azadiyê dikin di komployê de bûn hevkar da ku civakên wan jî daxwaza heman pergalê nekin.  Bîrdoziya Rêber Apo ji bo hemû pirsgirêk û derdan derman e. Heta mirov dikare bêje çareseriya aloziya ku niha gerdûn pê re rû bi rû ye ku evş er û pevçûn niha diqewimin Rojhilata Navîn jî derbas kir. Niha bîrdoziya Rêber Apo bi rengekî şênber tê nasîn ku ew dixweze bi pêşengiya jin civak careke din bi rengekî xwezayî û azad bijî, her wiha pêwîst e ku xweza bi riya civakeke polîtîk, ekolojîk û exlaqî re paqij û nefes bigre.”

 ‘Bi Şoreşa Rojava re ev paradîgma bi jiyanî bû’

Felek Yusif anî zina ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyanîkirin û wiha domand: “Bi salan e em vê tesbîtê dikin ku wê herî dawî xeta rast biserkeve. Her çendî pergalên desthilatdar û hegemonîk hewil bidin temenê xwe dirêj bikin, lê êdî civak jiyana di çarçoveya dewlet-netew de napejirîne. Mirov dikare Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke mînakeke şênber ji proje û bîrdoziya Rêber Apo re raxe ber çavan. Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreş bi pêşengiya jin birêket, her wisa pêkhateyên vê erdîngariya bi pergala Netewa Demokratîk dijîn.”

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo parastina nirxên mirovahiyê ye’

Felek Yûsif a got, “Pergala di hemû waran de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin, teqeziya bîrdoziya Rêber Apo ya çareseriya pirsgirêk û aloziyan e” axaftina xwe wiha bidawî kir: “Li 74 welatan gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rabûn ser piyan û daxwaza heman pergalê dikin.  Ev hemle diyar dike ku êdî civakên Rojhilata Navîn û Ewropa di zanebûna plan û projeyên hikûmetên xwe de ne û êdî dikarin riya rast hilbijêrin. Em ji bo vê gavê gelek kêfxweş in, dibe ku piştî 25 salan dereng mabe lê dîsa jî em di vê baweriyê de ne ku dê bi hevgirtina van gelan zext li hêzên komploger bibe ku di encamê de em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin, mirovahî û xwezayê jî biparêzin.”