6 mehên din jî hevdîtina bi parêzeran re hat qedexekirin!

Hat hînbûn ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin û 32 meh in tu agahî jê tune ye, 6 meh qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn.

Navenda Nûçeyan- Ji Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin; ji 25’ê Adarê 2021’ê vir ve tu agahî nayê girtin. Abdullah Ocalan, herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû lê axaftin di nîvî de hatibû qutkirin. Hat hînbûn ku ji bo Abdullah Ocalan ku li ser hev qedexeya malbat û parêzeran tê dayîn, cezayeke nû yê qedexeya bi parêzeran re hatiye birîn.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 6’ê mijdara 2023’yan de ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî serlêdanê parêzer hîn bûn ku di 31’ê Cotmeha 2023’yan de li muwekîlê wan Abdullah Ocalan ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn.

Hinceta ji bo qedexeyê nehat eşkerekirin

Parêzeran xwestin hinceta biryara qedexeyê hîn bibin û mînaka dosyayê xwestin. Lê dadgeriyê bi hinceta “ewlehiyê” ev daxwaz red kir. Parêzeran, li dijî biryara qedexeyê li dadgeha bilind îtîraz kirin lê ev îtîraz jî hat redkirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dê li dijî vê biryara qedexeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bide.

12 caran hevdîtina parêzeran re hat qedexekirin

Di 26’ê nîsana 2023’yan de ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re li Abdullah Ocalan hatibû birîn. Piştî ku ev dem temam bû, parêzeran ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kiribûn. Di encama vê serlêdanê de jî derketibû holê ku di 31’ê Cotmehê de heman ceza dîsa hatiye birîn. Bi vê biryara qedexeyê ya dawî re bû 12 car ku bi hinceta ‘qedexeyê’ hevdîtina parêzeran tê astengkirin.