Jinên Misirî: Ji bo rizgarkirina gelê Xezayê divê em bibin yek

Jinên Misirî bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ku jin û zarok dibin hedef dan û ji bo gelê Xezayê banga piştevaniya navneteweyî kirin.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre- Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmehê vir ve li dijî Zivala Xezayê dabûn destpêkirin de jin û zarok jî di nav de zêdeyî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û 28 hezar kes jî birîndar bûn. Di dema ku li gelek welatên cîhanê li dijî êrîşan kampanya hatin destpêkirin de, jinên Misirî peyamên hevgirtinê dan gelê Filistînê û daxwaza agirbestê kirin. Jinên Misirî ku ji ajansa me re axivîn, banga hevgirtina navneteweyî li dijî sûcên şer ên Îsraîlê kirin

‘Divê em dest bidin hev’

Berpirsa Danûstandinan a Weqfa Pirsgirêkên Jinan a Misrê Îman Mihemed, êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê şermezar kir û bertek nîşanî alîkariyên ku ji bo gelê Xezayê tên şandin ji aliyê Îsraîlê tê astengkirin da û got: "Her çendî alîkarî ji gel re were dayîn jî di rewşên ku sînorên mirovahî derbas dikin re rû bi rû ne. Ji bo tiştên ku li Xezayê diqewimin ji cîhanê re neyên ragihandin elektrîk û înternetê qut dikin. Her wiha qutkirina avê ku yek ji pêwîstiyên girîng ên jiyanê ye, dibe sedema krîzeke mirovî ya mezin. Binpêkirinên ku li Filistînê tên kirin aliyê hinek derdoran ve tên qebûlkirin. Divê em destên xwe bidin hev da da ku bikaribin kesên bêguneh ên li Xezeyê rizgar bikin.”

'Divê agirbest bê ragihandin'

Ji jinan Ummu Gulsum Al-Bedevî diyar kir ku dîmenên li Xezayê gelek xemgîn in û wiha got: “Ji bo ku em nikarin bandorê li ser bûyeran bikin û rêveçûna bûyeran biguherînin tu çareya me nemaye. Krîz êdî neçar bûne. Tiştê ku bûye mîna kabûsek e. Dîmenên ku zarokan, birîndar û miriyan nîşan didin gelek bi êş in. Ez nikarim tehemul bikim, agir bi dilê min dikeve. Ji bo ku hêrsa xwe diyar bikim bi qasî ku çêdibe ez li ser platformên medyaya dîjîtal nivîsan dinivîsînim û diweşînim. Li dijî dîmenên hovane yên binpêkirina mafên mirovan divê agirbest bê ragihandin. Ji bo piştgirîdayîna gelê Xezayê pêdivî bi hevgirtina navneteweyî heye.”

'Îsraîl sûcên şer dike'

Rojnameger Fatima Al-Dalî jî diyar kir ku bûyerên li Xezayê trajediyeke mezin e û got: “Ji ber ku bi giranî jin û zarok dibin hedef. Îsraîl bi hedefgirtina zarok û jinan sûcên şer li Xazeyê dike. Nexweşxaneyên ku mirov lê hene, dibin hedef jin û zarok tên qetilkirin. Divê em bi gelê Xezayê re bibin yek. Piştgiriya ku tê dayîn divê mezintir bibe. Girîng e ku medya were teşwîqkirin û li dijî îdiayên derewîn ên li wir hatine weşandin rastiyan nîşan bide.”