Hejmara kesên ku di lehiya Somaliyê de mirin gihîşt 39’an

Piştî ji ber barana zêde gelek taxên bajarê Beledveyne yê Somaliyê di bin avê de man û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî koçber bûn. Hat ragihandin ku hejmara kesên ku di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 39’an.

Navenda Nûçeyan – Di 24 saetên borî de ji ber lehiya ku li hin taxên bajarê Beledveyne navenda herêma Hiranê ya li Somaliyê rabû, 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyan gihîşt 39’an.

Rêveberiya bajarê Beledveyne li navenda Somaliyê di 15’ê mijdarê de ragihand ku lehiyê ziyaneke mezin gihandiye mal û milkên xelkê.

Piştî lehiyê ku zêdetirî 500 hezar kes li deverên cuda yên Somaliyê koçber bûn hikûmeta federal a Somaliyê rewşa awarte ragihandibû.

Hikûmetê bang li rêxistinên xêrxwaz ​​kir ku bi alikariyên mirovî bersivê bidin wan kesên ku zirar dîtine

Rêveberiyê bajarê Beledveyne diyar kir ku di nava 2 salên derbasbûyî de bajar rastî lehiyê hatiye û bûye sedema hilweşîna gelek bendavan û ziyanên canî û madî.