Li Hesekê Jinên Ciwan ên PYD komxebatek lidarxistin

Di bin dirûşma “Jin Jiyan Azadî, Serbixwe azadî” de Jinên Ciwan ên Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê bi navenda Jinelojiyê re komxebatek li ser zewaca di temenê biçûk û qetilkirina jinan de li dar xistin.

Hesekê- Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê û bi diruşma "Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê Jin Jiyan Azadî" ku ji aliyê Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû eşkerekirin, îro Jinên Ciwan ên Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê bi Navenda Jinelojiyê re komxebatek li ser zewaca di temenê biçûk û qetilkirina jinan de li dar xistin. Komxebat li gulistana xwendinê ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê bi tevlibûna 54 jinên ciwan hat lidarxistin û bi axaftina  endama Navenda Jineolojiyê Eliya Seyîd dest pê kir.

‘Em dixwazin civakek bi zanista jinan were avakirin’

Endama navenda Jineolojiyê Eliya Seyîd teqez kir ku di dîroka de jin pêşeng, bijîjk, rêveber û dayik bûn û wiha axaftina xwe domand: “Ger em bixwazin civakek saxlem û azad ava bikin pêwîst e li dîrokê vegerin. Di civaka xwezayî de tundî tune ye. Her kes bi azadî û bi hev re dijî û dibe alîkar. Ji dema ku desthilatdarî  bi pêş ket ve rola jinan hat paşguhkirin tundî, desthilatdarî, newekhevî û koletî derket pêş. Em dixwazin civakek bi zanista jinan bidin avakirin. Zanista ku wekheviya zayendan û azadiya jinan esas digre. Hişmendiya ku li ser civakê hatiye ferzkirin pêwîste civak wê red bike ji ber ku bi riya wê ew civak dûrî rastiya xwe çûye û hatiye jihevxistin. Cureyên tundiya ku li dijî jinan tê meşandin, zewaca di temenê biçûk de, qetilkirina jinan, pirzewacî û hwd. xeteriyek li ser hebûna civakê ye ji ber ku jin aliyê bingehîn ê avakirina civakê ne. Dema ku jin azad bin ew civak azad e lê bi koletiya jinan civak jî dibe kole.”

‘Zanebûna jinên ciwan ji bo civakê riya çareseriyê vedike’

Endama Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê ya herêma Cizîrê Sara Hesen jî da zanîn ku armanca wan bi lidarxistina komxebtê têgihîştina zanista jinan e û çareseriya pirsgirêkên civakî ku di nava civakê de pêk tên. Sara Hesen wiha domand: “Komxebata me li ser asta herêma Cizîrê ye, bi beşdariya 54 jinan hat lidarxistin. Di vê komxebatê de 2 bend esas in, yek zewaca di temenê biçûk û qetilkirina jinan e. Em dixwazin bi vê çalakiyê jinên ciwan li hemberî siyaset û cureyên şîdeta ku pêk tê şiyar bin û zane bin. Em dixwazin li vê derê nîqaş çêbibin, em bi hev re bigihîjin çareseriyê. Ji bo demên pêş çalakiyên me dê berdewam bikin. Ciwan dînamîkên civakê ne lewma zanebûna jinên ciwan di nava civakê de esas e.”

Komxebat bi nîqaşên li ser cureyên tundiyê bi teybetî qetilkirina jinan û zewaca di temenê biçûk de ku çawa rê dikare li hemberî wê were girtin, bi dawî bû.