Parêzer Nesrîn Sotudeh hat berdan

Parêzer Nesrîn Sotudeh ku tevlî merasîma cenazeyê Armîta Ground a li Îranê di encama îşkenceya polîsan de jiyana xwe ji dest da bû û ji ber vê yekê hate binçavkirin, piştî du hefteyan hate berdan.

Navenda Nûçeyan- Armîta Ground a 16 salî ya ji bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê di 1'ê Cotmehê de li Tehranê bi hinceta ku serê xwe baş nenixumandiye, ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve hatibû binçavkirin û êşkenceyeke giran lê hatibû kirin. Armîta Ground piştî îşkenceyê ketibû komayê û piştî têkoşîna jiyanê ya 28 rojan di sibeha 28'ê Cotmehê de li nexweşxaneyeke li Tehranê jiyana xwe ji dest dabû.

Cenazeyê Armîta di 30'ê Cotmehê de li Goristana Beheştî Zera ya li Tehranê bi merasîmeke girseyî hatibû veşartin. Parêzer Nesrîn Sotudeh ku tevlî merasîmê bû bi îşkenceyê hatibû binçavkirin.

Komeleya Neda d'Îran a ku navenda wê li Fransayê ye li ser X'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku parêzvana mafên mirovan Nesrîn Sotudeh hatiye berdan.

Nesrîn Sotudeh ji bo şermezarkirina girtina kêfî ketibû greva birçîbûnê û tevî nexweşiya xwe jî derman qebûl nekiribû. Gelek komeleyan hişyarî dabû ku ev yek metirsiyeke girîng li ser tenduristiya Nesrîn Sotudeh dike.

Parlamenta Ewropayê, di sala 2012'an de Nesrîn Sotudeh hêjayî Xelata Sakharovê dîtibû.