KENY’ê pêşnûmaya navberdayîna pevçûnên li Xezayê qebûl kir

Îsraîl tevahiya şevê bi balafirên şer û topan êrîşên xwe yên li ser Zîvala Xezayê berdevam kir. Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), pêşnûmaya ku daxwaza li Xezayê "navberdayîna pevçûnan” dihewîne qebûl kir.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir ve li dijî Xezayê daye destpêkirin, berdewam dike. Di êrîşên ku 41 roj in berdewam dikin de 4 hezar û 710 jê zarok û 3 hezar û 160 jê jin bi giştî zêdetirê 11 hezar û 500 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Îsraîl şeva borî jî bi balafirên şer hin herêmên naverast û bakurê Zîvala Xezayê bombebaran kir.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA'yê, di encama êrîşa hewayî ya li ser malekî ya li Kampa Penaberan a Nuseyrat a li beşa navîn a Zîvala Xezayê de kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndarbûn hene. Derdora Nexweşxaneya Endonezyayê û herêma Beyt Lahiye ya bakurê bajêr ji aliyê balafirên şer ve hate hedef girtin.

Bi taybetî jî Taxa Rimêlê û hin deverên din ên Xezayê jî bi giranî hat topbaran kirin. Ji ber êrîşan tevgera wesayîtan a li ser rêyan hat astengkirin, bi armanca rizgarkirina birîndaran gihandina ambulansan a ji bo herême pêkan nebû. Her wiha Îsraîl, bi balafirên şer herêma bi navê Orta Petrol ku hejmarek zêde gelê Xezayê ku neçar man malên xwe biterikînin cih digirt jî lêda. Tê diyarkirin ku di encama êrîşê de mirî û birîndar hene.

‘Bi awayekî zanebûn li Nexweşxaneya Şîfayê tehrîbat hat kirin’

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku bomberdûmana hêzên Îsraîlê xisar li beşa emeliyatê ya Nexweşxaneya Şîfayê daye. Li aliyê din di daxuyaniya li ser hesabê medyaya dîjîtal a wezaretê de hat ragihandin ku hêzên dagirker ji ekîba teknîsyenên ku li nexweşxaneyê lênihêrin û temîrkirina alavên tenduristiyê yên elektronîk dikirin 2 kesan binçav kir.

Di daxuyaniya ku hate destnîşankirin ji ber binçavkirina 2 kesên ku alternatîfa wan tuneye, Navenda Tibê ketiye tengasiyeke mezin, hate balkişandin ku ji ber bomberdûman û xisaran di cîhazên tenduristiyê de timî caran arîze çêdibin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dema hêzên dagirker, êrîşê avahiyên Nexweşxaneya Şîfayê kir, bi awayekî zanebûn di makîneyên rontgen, MRI û gelek amûrên tibî yên li jêrzemîna avahiya cerahiya taybet cih digrin de, tehrîbat pêkanî.”

'Dibe ku têkilî bi giştî qut bibe'

Şîrketa telekomunîkasyon a Filistînê Paltel, di daxuyaniya xwe ya duh de hişyarî da ku tê pêşbînîkirin di encama girtina navendên daneyan û alevên din ên şîrketê de di saetên pêş de têkiliya li Xezayê bê qutkirin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) jî hişyarî da ku dê qutbûna elektrîkê jiyana Filistîniyên li Xezayê bixe nava xeteriyê û bang li Îsraîlê kir ku ji bo ketina sotemeniyê destûr bide. Lêkolînera teknolojiyê ya HRW’ê Deborah Brown, wiha got:

"Bi awayekî zanebûn girtinên giştî an jî sînordarkirina gihandina înternetê gelek mafan binpê dike û dibe ku dema qeyranê de bibe kujende. Qutkirina dem direj û bi giştî a wek li Xezayê tê jiyîn, dikare hovîtîyan veşêre û bêcezatiyê avabike, di heman demê de dibe ku hewildanên mirovahî sabote bike û jiyana mirovan bixe nava xeteriyê.”

Li Îngiltereyê 8 Wezîrên Siyê îstifa kirin

Di rûniştina Parlamentoya Îngiltereyê de, piştî axaftina Qralê Îngiltereyê 3’emîn Charles ya hefteya borî ya li parlamentoyê, pêşnûmeya guhertinê ya Partiya Netewî ya Îskoça (SNP) pêşkir ku "li Xezayê banga Agirbesta lezgîn” dike, hat nirxandin. Parlamento, pêşnûmaya ku li Xezayê banga agirbesta lezgîn dike bi 293 dengên li dijî 125 dengan  red kir.

Li dijî helwesta serokê muxalefeta serekê Keir Starmer ku bangên agirbesta li Xezayê red dike, 8 Wezîrên Siyê yên ku piştgirî dan banga agirbestê, beriya dengdanê û piştî dengdanê ragihandin ku ji wezîfeyên xwe îstifa kirine. Her wiha 56 parlementerên Partiya Karker jî ji bo agirbesta li Xezayê deng bikaranîn. pêşnûmaya Partiya Karker jî bi 290 dengên parlamenteran a li dijî 183 dengan hat redkirin. Parlamentoya Îngiltereyê her du pêşnûmayên ku banga agirbestê û ji bo alîkariyên mirovî dixwaze navber bê dayîn, red kir.

Afrîkaya Başûr serî li UCM’ê da

Serokê Afrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa, ragihand ku ji bo êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê bên lêpirsîn kirin serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) bidin. Cyril Ramaphosa yê ku di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya li Qeterê de daxuyaniya çapemenî da, balkişand ku kiryarên hikûmeta Îsraîlê ji bo lêpirsînkirina ji aliyê UCM’ê ve guncaw e û wiha got: "Ji ber ku em bawer dikin li vir sûcê şer pêktîne, me serî li UCM’ê da.”

'Çareserî ji avahiyek bi du dewletan derbas dibe’

Cyril Ramaphosa, diyar kir ew bawer dikin çareseriya pirsgirêka Filîstinê bi avahiyekî du dewletî re derbas dibe û wiha got: "Niha li Xezaya ku êdî veguheriye kampa kombûne, qirkirinek tê jiyîn. Em wek Afrîkaya Başûr, li dijî operasyonên ku bi taybetî li dijî nexweşxaneyan tên kirin helwesta xwe me bi awayekî pir zelal nîşan da.”

KENY’ê pêşnûmaya li Xezayê navber dayîna pevçûnan qebûl kir

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), pêşnûmaya biryarê ku daxwaz dike ji bo pevçûnên li Xezaya Îsrail êriş dike "demildest û dirêj navber bê dayîn" qebûl kir. Pêşnûmeya biryarê ya ku Malta pêşkeşî Konseya Ewlekariyê ya NY’ê kir, di rûniştina awarte ya hat pêkanîn de hat qebûl kirin. Pêşnûma ji aliyê 15 endaman ve 12 bi dengê "erê" û 3 jî bi dengê "bêlayen" hat qebûlkirin. DYE, Rûsya û Îngiltere bû welatên ku dengên bêla bikaranîn. Li aliyê din Konsey, pêşnûmeya guhertinê ya Rûsyayê ku li şûna "navber dayîna mirovî" îfadeya agirbestê cih bigre, red kir.

Li şûna agirbestê daxwaza 'navbera mirovî’

Di biryarê de li şûna agirbesteke mirovî “ji pevçûnan re navber dayîna lezgîn û direj” were dayîn û li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî li Zîvala Xezayê avakirina korîdoran, hat daxwaza kirin. Di biryara ku hate diyar kirin divê navberên mijara gotinê li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî "rojên têr" bin û bang li NY’ê û hevkarên wê hat kirin ku ji bo alîkariyên mirovî bênavber, bilez û bi ewle gihandin hat kirin.

Di biryara ku ji Hamas û komên din ên ku li Xezayê birêve dibin, bi taybetî zarok hemû rehîneyan berdin û hat xwestin dawî li astengkirina pêşiya dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên sivîlên Xezayê bê anîn. Di biryarê de hat destnîşankirin ev pêkanînên mijara gotinê bi taybetî li ser zarokan barekî mezin çêdike û hat destnîşankirin ku divê alîkarî bi awayekî ku pêdiviyên zarokan û hemû civakê misoger bike, bên bi cih anîn.

Di biryarê de hat xwestin ku hemû alî rêz li hiqûqa navneteweyî, hiqûqa navneteweyî ya mirovî û mafên mirovan bigrin û wiha hate gotin: "Hiqûqa mirovahî ya navneteweyî ji zarokan re parastin pêkbîn e.”

Peymana Cenevreyê hat bi bîr xistin

Di biryara ku hate bi bîr xist indi Peymana Cenevreyê de " di pevçûnan de parastina zarokan" cih digre, bi taybet zarokan bêparkirina pêwîstiyên bingehîn û koçberkirina bi darê zorê ya sivîlên li Xezayê hat derketin. Her wiha di biryarê de hate diyarkirin ku rewşa mirovî ya li Xezayê zirar dide pêvajoya perwerdehiya zarokan.

Ji bo li KENY’ê biryar bê qebûl kirin, divê 9 welat dengê "erê" bidin û tu endamekî daîmî jî divê biryarê veto neke.