Serhildanên li Rojhilat û Îranê: Heta rejîm biçe
Serhildanên gel yên li Îranê ku piştî qetilkirina Jina Emînî bi pêşengiya jinan destpêkir bê navber berdewam dike. Şevê din gel daketin qadan bi gotinên ‘Heta ku rejîm biçe’ biryardariya xwe carek din anîn ziman.
Navenda Nûçeyan – Serhildana gelê Îranê ku di meha Îlonê de destpêkir li rûxmê hemû êrîş, zext, polîtakayên tepisandinê û hewaya sar berdewam dike. Gelên beşdarî sehildanê bûne bi peyama ‘Heta ku rejîm biçe berdewam’ heta derengê şevê gel li qadan di nav tevgerê debûn. Yek ji navendên ku alakiya xwe lê darxistin navenda Basic dan ber agir, wêneyên rayedarên hikumeta Îranê şewitandin li cihê wan jî wêneyên kesên ku beşdarî serhildanê bûne û ji aliyê rejîmê ve hatine darvekirin hatin bi cihkirin.
Bajarên Rojhilat: Tolhildan
Li taxên bajarên Rojhilatê Kurdistanê Sine, Saqiz, Mahabad, Kirmanşah, Dehgolan, Ciwanro, İlam, Urmiye, Bane, Bukan, Merivan çalakî hatin li darxistin, agir hatin pêxistin û merên bi Kurdî û Farisî hatin gotin. Li bajarên ku alên Îranê hatin şewitandin, li avahiyên hikumetê nivîsên ‘Tolhildan’, ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin nivisandin. Xwepêşanderên Rojhilat peyam dan ku heta hikumeta Îranê ji bajarên Rojhilatê Kurdistan nevekişîn û heta tola hemwelatiyên ku hatine darvekirin ne hildin wê têkoşîna wan berdewam bike.
Wêneyên kesên hatine qetilkirin û darvekirin hatin daliqandin
Çalakî ji derveyî bajarên Rojhilat li bajarên Îranê Sistan ve Belucistan, Tahran, Karaj, Sari, Rasht, Mazandaran, Meşhed, Kum, Kerman, İsfahan, Tebriz, Erdebil, Şiraz, Ahvaz berdewam kirin. Poster, alên ku hikumeta Îranê sembol dikin dan ber agir, bitevahî şeh fîrik lê dan. Di çalakiyan de baregehên Basic dan ber agir, wêneyên ku hikumeta Îranê sembol dikin şawitandin û li cihê wan wêneyên kesên ku bi hêceta ku beşdarî serhildanê bûne hatin darvekirin, hatin bi cihkirin. Xwepêşanderan peyama ‘Heta hikumeta Îranê biçe’ wê çalakiyên xwe berdewam bikin dan.