Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 3 hezar û 381
Hejmara kesên di 2 erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6 ku duh li Mereşê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 3 hezar û 381’an.
Navenda Nûçeyan – Di encama erdheja ku duh seat 04.17’an de li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,7 û li navçeya Elbistanê jî di saet 13.24’an da bi pileya 7,6 pêkhat de bi dehan bajêr bandor bûn, timi caran agahî dikevin ajansan ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nayên kirin. Li cihên ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê tên kirin jî, her çirke hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.
Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) ragihand ku heya niha di erdhejê de 3 hezar û 381 kes jiyana xwe ji dest daye û 20 hezar û 426 kes birîndar bûne û 7 hezar û 840 kes jî bi saxî hatine rizgarkirin.
Zêdetirî 130 erdhejên biçûk çêbûn
Piştî erdheja li Bazarcixê qismek jê di ser 6'î re zêdetirî 130 erdhejên biçûk çêbûne.