Ji RJAK’ê peyama piştevaniyê
RJAK’ê peyama hevxemî û piştevaniya xwe ji bo mexdûrên erdeheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê anî ziman û got: “Daxwaza me ew e ku em hemû bi hev re piştgiriya hevdû bikin nemînin li benda dewletê.”
Navenda Nûçeyan - Piştî erdheja bi hêz ya dûh ku navenda wê Mereş û Dîlok yên Bakûrê Kurdistanê bûn û piraniya bajarên Bakûr û Rojavayê Kurdstanê girt, karesatek mezin û ziyanên zêde yên canî çêbûn.
Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) peyama piştevaniyê ji mexdûrên erdehejê re şand û daxwaz kirin ku bila gel li bernda dewletê nemîne û piştgiriya hevdû bike.
RJAK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Em weke rêxistina jinên Azadiya Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo gelê xwe nîşan didin, li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ji ber vê erdhejê hêjmare zêde ya gel bûn qûrbanî û birindar bûn, em sersaxiyê ji qûrbaniyan re dixwazin û şifaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.
Ji ber kêmxemî û nebûna sîstema binesazî, gelê me rastî rewşek wiha hatiye.
Niha pêwîstiya gelê me bi alîkariya hemû alî û pêdawistiyan heye, em daxwazê ji gelê xwe dikin, li hewara xuşk û birayên xwe biçin û destê alîkariyê dirêj bikin, bila li benda dewletê nemînin. Ji ber dewlet gelek caran alîkarî nakin vê yekê ji bo berjewendiyê xwe bi kar tîne. Divê dewletê berê amadekariyê vê yekê bikira û xelk agahdar kiriban ku di nava malên xwe de nemînin û derbikevin ji derve, da ku ziyan kêmtir bûna.
Êş û xema gelê me li ku derê be ew êş û xem ya meye û divê em lê gelê xwe xwedî derbikevin û em hemû hêza xwe bixin holê em bi hemû awayî alîkariya mexdurên erdhejê bikin.
Em dûbare sersaxiyê ji malabatên qûrbaniyên erdhejê re diwaxwazin û silametiya xêrî ji birindaran re dixwazîn.”