Li Îranê zexta darazê ya li dijî aktîvîstan didome

Li Îranê ji lîstikvan Zainab Moûsawî re 2 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Zainab Moûsawî ku li Qumê hat binçavkirin û girtin, di dawiya meha Mijdarê de hatibû berdan.

Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Îranê bi rêya darazê polîtîkayên xwe yên zext û tepisandinê li dijî berxwedêr û çalakvanan didomîne. Lîstikvana navdar a Komediyê ya Îranî Zainab Moûsawî, li ser hesabê xwe ya medyayê ditîtaj ragihand ku ji ber lîstika lêyistiye mehkûmê 2 sal cezayê girtîgehê hatiye kirin. Komedyen Zainab Moûsawî ku afirînera karaktera "Împarator Cuzco" ye, salan dirêj e di sehneyan de lîstikên komediyê de cih digre.

Lîstikvana Îranî di meha Cotmehê de bi hinceta piştgirî dayîna serhildanan li Qumê hatibû girtin û di dawiya meha Mijdarê de jî bi kefalet hatibû berdan.

Nasîm Sultanbegî bi kefalet hat berdan

Rojnameger û çalakvana xwendekar Nasîm Sultanbegî ji Girtîgeha Êvînê bi kefalet demkî hat berdan. Nasîm Sultanbegî di rojên dawî yên meha Çileyê de li balafirgehê hatibû binçavkirin û biribûn Girtîgeha Êvînê.

Hate hînbûn ku Nasîm Sultanbegî ku der barê doza dawî ya hat girtin û birin girtîgehê de tu agahî ji parêzerên wê re nehat dayîn, piştî daxwaza wê ya bi kefalet berdan û xeyrî mewqûf (kesê ku bêyî bê girtin tê darizandin) hat qebûlkirin, duh ji girtîgehê hat berdan.

Neda Maschimî dê xeyrî mewqûf bê darizandin

Neda Maschimî ku salên dirêj di girtîgehên Îranê de wek girtiya siyasî ma û rojek berê hat binçavkirin û girtin, bi kefalet awayê xeyrî mewqûf darizandine hat berdan.

Neda Maschimî ku ji bilî xebatên alîkariyê yên saziyên civaka sivîl wek çalakvanek siyasî xebatan dimeşîne, rojek berê di encama serdegirtina cihê kar de hatibû binçavkirin. Piştî lêpirsîna li emniyetê hat girtin û birin girtîgehê, lê der barê biryara girtinê û sûcên tên darizandin de agahî nedan we û parêzerên wê. Piştî ku duh pereya kefaleta hat dayîn, bi şertê xeyrî mewqûf (kesê ku bêyî bê girtin tê darizandin) ji Girtîgeha Êvînê hat berdan.

Çalakvana siyasî Neda Meschimî, di xwepêşandanên Mijdara 2019’an de jî hatibû girtin û li Girtîgeha Evînê ma bû.