Ji Yekîtîya Jinên Şoreşger a Afganistanê peyama piştevaniyê
Yekîtiya Jinên Şoreşger a Afganistanê (RAWA) ji bo erdheja ku li navçeya Bazarcix a Mereşê rû da û li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bû sedema hilweşînê peyama piştevaniyê da.
Navenda Nûçeyan – Berdevka Yekîtiya Jinên Şoreşger a Afganistanê (RAWA) Mariam Rawî der barê erdheja ku wek navend li navçeya Bazarcix a Mereşê rû da û di gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bû sedema hilweşînên mezin peyama piştgiriyê da.
Mariam Rawî di peyama xwe de ji bo malbata kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û wiha got: “Di demên herî krîtîk de hûn rêhevalên me di karesata Talîbanê ya li Afganistanê de kêliyek jî ji me qût nebun. Em jî wê xemginiyê dijîn ku ne li gel we ne. Ez bi hêvî me ku bi hêz û berxwedêriya ku we xuşk û birayên me li dijî DAIŞ û gelek dijminên din raber kir, li dijî vê karesatê jî hûnê li ber xwe bidin. Bi hezkirin û piştevaniyê.”