Ji Lîstokvan Pantea Bahram bertek: Hun neçar in rêzê li bedena me bigirin

Lîstokvana Îranê Pantea Bahram, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal helwestek tund nîşanî dû rayedarên hikumeta Îranê da ku di bernameyek ya televizyonê de li ser menepozê hestên xwe yên zayendperestî anîn ziman.

Navenda Nûçeyan - Li Îranê di bernameyek zindî ya telvizyonekê de dû rayedarên hikumeta Îranê Abolqasem Talebi û Behrouz Afkhami li ser bedena jinê fikrên xwe yên zayendperest anîn ziman, ev yek bû sedemê helwestan. Yek ji wan kesê ku helwestek tund nîşan da lîstokvan Pantea Bahram bû, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal hicaba xwe ya bi zorê ji serê xwe kir û bi dimen ev peyam parve kir: “Dema me xwest em li ser wekhevî û mafê xwe biaxivin, bila vê yekê ji nedîtî ve neyên, hûn nikarin bedema me biçûk bixin. Hun neçar in rêzê li jin û bedena jinê bigirin.” 

Lîstokvana Îranî Pantea Bahram di berdewamiya peyama xwe ya bi dîmen de wiha got: “Ji bîr nekin menopoz mijarek ya fizyolojîk e. Wê ev were serê hevjînên ku bi we re di heman emrê de, keçên we û dayîkên we yên ku xuşkên we diwelidînin. Ev bi tû awayî nabe mijara pêkenok û biçûkxistinê.”

Dixwazin travma bi jinên Îranê bidin jiyan kirin

Pantea Bahram diyar kir ku bi niqaşên menopozê û li dijî hicaba bi zorê dixwazin bi jinên Îranê travma bidin jiyankirin û bi gotina “Ev tiravmayek e ku demdirêj e em dijîn. Ji ber hicaba bi zorê û tiştek em dixin serê xwe de û çima li me tê dayîn me hîna bersîvek negirtiye.” bibîr xist ku divê hicaba bi zorê were rakirin.