Ji ber erdhêjê sûrên Amedê zirarê dîtin
Di encama erdheja ku duh bi pileyên 7,7 û 7,6 li navçeya Bazarcixê ya Mereşê pêkhat de, sûrên Amedê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandê ya Cîhanê UNESCO’yê de ye zirarê dîtin.
Navenda Nûçeyan – Erdheja ku navanda wê Bazarcix a Mereşê duh seat 04.17’an de bi pileya 7,7 û 7,6 pêkhat, bû sedema gelek zirarên giyayî û madî. Di erdheja hat kirin de gelek bajarên Kurdistanê zira dîtin, yek ji van bajarên zirar bandorek neyînî lê hat jiyîn Amed e.
Li Sûrên bajarê Amedê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de ye zirar çêbû. Hat dîtin ku di encama erdhejê de li birca di navbera Deriyê Çiyê û Çîftkapiyê de dimîne qewarek mezin çêbûye.