Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 2 hezar û 921
Hejmara kesên ku ji ber erdheja wek navend li navçeya Bazarcix a Mereşê pêk hat jiyana xwe ji dest dan gihîşt 2 hezar û 921’an, 15 hezar û 834 kes jî birîndar bûn. Îro danê siharê jî li Semsûrê bi pileya 5,6 erdhej pêk hat.
Navenda Nûçeyan – 6’ê Sibatê seat 04.14’an de li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,7 erdehej pêk hat. Bîlançoya erdhejê her roj girantir dibe. Li gor daxuyaniyên fermî yên herî dawî 2 hezar û 921 kes jiyana xwe ji dest dan, 15 hezar û 834 kes jî birîndar bûn.
Li Semsûrê erdhej
Îro danê siharê li navçeya Sergolan a Semsûrê bi pileya 5,6 erdhejek rû da. Li navçeya ku ji erdheja li Mereşê pêk har bandor bû, li gor Rasatxaneya Kandîlî seat 06.13’an de bi pileya 5,6 erdhejek pêk hat.
Erdheja ku di kûrahiya 2,3 kîlometreyan de hat jiyîn û li bajarên derdorê jî hat hîskirin.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) jî pileya erdhejê wek 5,3 ragihand.