Foza Yûsif: Rojava we bi tenê nahêle
Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif di peyama ku piştî erdheja hat jiyîn weşand de wiha got: “Rojava we bi tenê nahêle. Birîna we birîna me ye."
Navenda Nûçeyan- Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif der barê erdheja ku 6’ê Sibatê seat 04.14’an de li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,7 erdehej pêk hat de peyam weşand. Di peyama xwe ya ku ji gel re sersaxî xwest de, diyar kir ku ew bi gel re ne.
Di peyama Foza Yûsif de wiha hat gotin:
“Bila serê hemû gelê Kurdistanê sax be. Em bi gelê xwe ya Heleb û Efrînê, ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê bi taybetî ji bo Mereş, Bezarcix, Amed, Meletî, Riha û ji bo hemû gund û bajarên Kurdistanê. Dil û hişê me bi we re ye. Rojava we bi tenê nahêle. Birîna we birîna me ye."