‘Rêxistinbûna jinan bersiva komploya 15 Sibatê ye’

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Zehra El- Elî da zanîn ku komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan zagonên mirovî binpê kiriye û got: “Komplo heya roja îro bi hedefgirtina pêşengên şoreşê berdewam dike”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di 15’ê Sibata 1999’an de komployek navneteweyî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hat. Di roja îro de komplo bi tecrîd û hedefgirtina pêşengên şoreşa jinan berdewam dike. Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Zehra El- Elî li ser komployê ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Fikir û ramanên Ocalan dîwarên Îmraliyê hilweşandine’

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Zehra El- Elî komplo şermezar kir û wiha got: “Komploya li dijî Rêber Ocalan komployek li dijî zagonên mirovî ye, ev komplo bi zanebûn hat kirin bi armanca ku îradeya gelê Kurd tune bikin û tevgerên şoreşgerî yên banga azadiyê dikin, têk bibin. Tecrîda ku îro li ser tê meşandin beşek ji komployê ye, ji ber ku bi riya tecrîdê dixwazin felsefeya Ocalan sînordar bikin û gevên serkeftî neyên avêtin. Lê planên komplogeran pêk nehatin ji ber ku fikir û ramanên Ocalan dîwarên Îmraliyê hilweşandine û li tevahî cîhanê belav bûne.”

‘Jinan barê şikandina tecrîda li ser Ocalan girtine ser milên xwe’

Zehra El- Elî bal kişand ser berdewamkirina komploya li dijî Abdulah Ocalan ku tê de jin tên hedefgirtin û wiha axaftina xwe domand: “Şikandina îradeya jinên azad û pêşeng beşa duyemîn a berdewamkirina komploya li dijî Rêber Apo ye. Rêber Ocalan azadiya jinan di felsefeya xwe de esas girtiye, ji ber ku jin bingeha avakirina civakeke wekhev, exlaqî û azad in . Di şoreşa jinan de jin xwedî rol û misyon in, di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kirine, birêxistin kirine û ji bo azadiya jinan, civakê û Rêber Ocalan berxwedaniyek bêhempa didin meşandin. Jinan di şoreşa Rojava de barê azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan, azadiya jinan û civakê girtine ser milên xwe lewma tên hedefgirtin. Armanc ew e ku vîn û îradeya jinan bişkînin lê ev yek pêk nayê ji ber ku jinan xeta berxwedanî û têkoşînê hilbijartiye û ji bo biserxistina doza xwe bi îsrar in.”

‘Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan gel li ser piyan e’

Zehra El- Elî destnîşan kir ku Rêber Ocalan rêberekî ji bo xelasiya mirovan ji bindestî û koletiyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê herêmê di bin sîstema yek pergalî de hatibû fetisandin. Wê sîstemê civakê di şexsê kolekirina jinan de, kiriye koleyên xwe. Dema ku sîstema neteweya demokratîk a ku Rêber Apo pêşkêş kir ket meriyetê, gel nefes girt û ew sîstema guncav ji bo jiyana azad û demokratîk dîtin. Ji bo wê jî gel roja 15 ‘ê Sibatê weke rojeke reş dibîne, di wê rojê de her kes dadikeve qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike. Bi êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên her wiha hedefgirtina pêşengên şoreşê û bêdengiya dewletên navneteweyî tê xuyakirin ku komplo berdewam dike û hêzên komploger ji hêza jinên azad ku bi pêşengiya xwe şoreşek didin meşandin, ditirse. Em dixwazin bibêjin ku planên dewletên navneteweyî xuya ne û gel li hemberî wan şiyar e lewma tu carî planên wan pêk nayên û em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe Rêber Apo ji zindana Îmraliyê fîzîkî azad bikin.”