Şeniyên Mexmûrê li dijî komploya 15’ê Sibatê daketin qadan

Şêniyên Wargeha Mexmûrê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, meşek girseyî li dar xistin.

Mexmûr - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployek navneteweyî hat girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin û 3 sal in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek girseyî li dar xistin. Meşa şeniyên Mexmûrê li ber deriyê saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir heta ber deriyê Netewên Yekbûyî bi dûrûşmên “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Îmraliyê” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” berdewam kir.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Meclisa Gel a Mexmûrê daxuyanî ji aliyê Bêwar Unver ve hat dayîn.

‘Dewletên hegemon Rojhilata Navîn kirine qada şer’

Di daxuyaniyê de komploya 15’ê Sibatê hat şermezar kirin û wiha hat gotin: “Em weke çalakvanên greva birçîbûnê, weke çalakvanên ku 7 meh in di nava çalakiyan de ne, bi navê gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê em 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Em hemû şehîdên ku bi dirûşma “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” gihîştin mertebeya şehadetê di kesayeta wan de, hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Beriya 25 salan di 15’ê Sibata sala 1999’an de di encama komploya navneteweyî de rêber Apo radestî Tirkiyeyê hat kirin. Di dîrokê de jî gelek caran hêzên gladyoyê, ji bo plan û projeyên xwe bibin serî hewl dane kesên ku ji bo xwe astengî dibînin ji holê rakin. Îro em dibînin li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê modernîteya kapîtalîst sîstema xwînmij a ku serkêşiya wê dewletên hegomon dikin cîhanê anîne asteke çawa, hewl dane jiyana civakê û jiyana gelan li cîhanê tarî bikin. Rojhilata Navîn kirine qada şer.”

‘Gelê Kurd bi çalakiyên xwe komployê vala derxist’

Di daxuyaniyê de bal li ser armanca komploya navneteweyî hat kişandin û wiha hat gotin: “Rêber Apo piştî ku dîl hat girtin, der barê komployê de nirxandinên berfireh kir. Anî ziman ku projeyên wî li hemberî şerê cîhanê yê sêyem astengî bûne, ji ber wê ew hezên ku me qala wan kir pêwîstî pê dîtin komployek wisa reş li ser Rêber Apo pêk bînin. Careke din bi vê komployê peyamek dan gelê Kurd, gelên azadîxwaz ên cîhanê û gotin weke gelê Kurd em ê nehêlin hun bi rêbertiyek azad re bi awayekî azad bijîn. Em ê mafên hebûnê mafê ziman nedin gelê Kurd. Rêber Apo bi berxwedana xwe ya 25 salan di nava çar dîwarên greva Îmraliyê de bi fikir, raman û hestên xwe bi pêşxistina projeya neteweya demokratîk, paradîgmaya konfederalîzma demokratîk beşek mezin a komployê vala derxist. Bi hezaran têkoşerên li serê çiyayan, gelê Kurd li hemberî komployê bûn yek deng û meşên azadiyê û çalakiyên azadiyê, çalakiyên ji bo Rêber Apo xurt kirin û bi vî awayî komplo vala hat derxistin.”

‘Fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re riya çareseriyê ye’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em îro dîbînin pergala modernîteya kapîtalîst li cîhanê sîstemek wisa daye avakirin ku gelan dixe nava şer û pevçûnan. Îro em dibînin şerê li Filistîn, Iraq û Sûriyeyê didome encama pergala wan e. Lê belê fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn reçeteya çareseriyê ye. Em di 25’emîn salvegera komployê de ji bo rêberê xwe Rêber Apo ku îro bûye rêberek gerdûnî divê êdî bi fizîkî azad bikin. Di pêşengiya dîlên Kurdistanê de li girtîgehên Bakurê Kurdistanê çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin, li welat û derveyî welat meşên azadiyê hatine destpêkirin. Ev yek jî dide diyarkirin ku wê gelê Kurd çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û wê tu hêvî û bendewariyên xwe ji sazî û rêxistinên qaşo yên mafê mirovane nebe û çarenûsa xwe bi destê wan ve nehêle. Wê gelê Kurd û dostên gelê Kurd wê têkoşînê bilind bikin û em ê bi têkoşîna xwe azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”

Meş bi dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ bi dawî bû.