Deh hezaran kes li dijî komploya 15’ê Sibatê rabûn ser piyan

Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deh hezaran kes ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û meşan li dar dixin.

Navenda Nûçeyan - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployek navneteweyî hat girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin û 3 sal in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deh hezaran kes ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û meşan li dar dixin.

Qamişlo

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, tevger û rêxistinên jinan di bin dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çaredserî” li dijî komloyê meşiyan. Meşê ji çerxeriya Osman Sebrî dest pê kir û li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê veguherî mitîngê.

Mîtîngê bi deqeyek bêdeng ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir, paşê li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê, Asya Abdullah axivî û got:

“Bi rihê gelên li vir, ji qada têkoşînê, em berxwedana Rêber Apo ya 25 salan li hemberî hêzên komploger silav dikin. Di salvegera 15’ê Sibatê de, di serî de ji hêzên ku cihê xwe di komployê de girtine, em dibêjin hûn nikarin li pêşiya têkoşîn, zanist û felsefeya Rêber Apo bisekinin. Îro bi milyonan jin bi dirûşma Rêber Apo ya Jin Jiyan Azadî bang dikin. Bi milyonan mirov daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo dikin.

 ‘Hemû pîvanên mirovahiyê li Îmraliyê hatin binpêkirin’

Li Îmraliyê hemû pîvanên mirovahiyê hatin binpêkirin.

Ev têkoşîn îro bûye malê bi milyonan mirovan. Em li hemberî felsefe û mîrateya ku serok pêşkêşî me kir, berpirsyar in.

Bi hêza gel, şehîd û birîndarên me ev têkoşîn gihîştiye asta îro. Kes nikare rê li pêşiya jin û ciwanan bigre. Pêwîst e em bi hev re li ser hîmên aştî, azadî û wekheviyê bijîn. Ji bo ku pêşî li qirkirina gelê Kurd bê girtin divê ku Rêber Apo azad bibe.

‘Heta azadî û serkeftinê em ê berdewam bikin’

Her wiha divê ku kampanyaya ji bo azadiya Rêber Apo hatiye lidarxistin bi hemû hêza xwe li cîhanê belav û geştir bibe. Divê ku Rêber Apo azad bibe, ev erk dikeve ser milên me divê em asta têkoşîna xwe bilind bikin. Ya ku bi ser bikeve azadî, proje û yekgirtina gelan e. Em ê bi rihê berxwedana Îmraliyê heta dawiyê, heta serkeftinê û azadiyê berdewam bikin.”

Mitîng bi dirûşmên azadîxwaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Heseke

Îro gelê Kantona Hesekê, bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Suryan û Ermenan daketin qadan û komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin. Meş, ji çerxeriya Şehîd Arîn Mîrkan dest pê kir û heta li qada Şehîd Delîl Cûdî berdewam kir. Meşvan di meşê de wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîs ‘Bimre Îxanet’ û ‘Bê Serok Jiyan nabe’ berz kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Rêveberiya Xweser Xeeîb Hiso, komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Komplo hebûna gelên Kurd hedef digre. Komploger dixwazin gel xwedî li nasname û pêşeroja xwe dernekevin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Hêvî Silêman jî wiha got: "Em komploya navneteweyi şermezar dikin, ev komplo siyasetek li dijî hebûna gelan e. Têkoşîna tevgera azadiyê li hemberî hişmendiya desthilatdariyê bersiva komployê ye. Şerê ku niha tê meşandin li dijî pergala neteweya demokaratîk e, ji ber ku ev yek wan dixitimîne. Em ê bi têkoşîn û berxwedaniyê vê roja reş veguherînin roja azadiya Rêber Apo.”

Meş bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

Kobanê

Bi hezaran ji şêniyên kantona Firatê di salvegera 25’emîn a komploya navdewletî daketin qadan û helwesta xwe ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.

Meşevanên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên ku komployê şermezar dikin hilgirtibûn, li qada Jina Azad kom bûn û bi berzkirina dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” dest bi meşê kirin.

Meşa ku di dirêjahiya kolana şehîd Sarya Ozgur re derbas bû, li dawiya kolanê rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtinê, bi navê şêniyên kantona Firatê Mahabad Dêrik axivî.

Mahabad Dêrik wiha got: “Em ê bi saya ramanên Rêber Apo serkeftinê di Rojhilata Navîn de misoger bikin. Heta mirov dikare bibêje niha mirovahî di nava tevgerê de ye ku bi bîrdoziya Rêber Apo tevahî pirsgirêk û aloziyên sedsala 21’emîn çareser bikin. Lewea peyama me ya di 15’ê Sibatê de wiha ye, hûn çiqas êrîş bikin û komployan çêkin, têkoşîna me ya bi fikrên Rêber Apo dê berdewam bike. Em ê jî weke gelê Kurd xwedî li keda Serok Apo derkevin û komployê li hêzên komploger vegerînin. Em ê li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo bi erka xwe ya exlaqî û poltîk rabin.”

Meş bi silavkirina berxwedana Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê bi dawî bû.

Şehba

Di bin dirûşma "Azadiya fizîkî ya Rêber Apo, çareseriya doza Kurd e" Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dijî salvegera 25'emîn a komploya navneteweyî li kantona Şehbayê li dar xist. Meşê ji destpêka navçeya Fafînê yê kantona Şehbayê heya qada ajokariyê ya navçeyê berdewam kir. Di meşê de bi hezaran koçberên Efrînê û gelê Şehbayê yên resen daketin qadan û komploya navneteweyî şermezar kirin. Her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên"Êdî bes e ji tecrîd, înkar û îxanetê re, dem dema azadî û têkbirina komploya 15'ê Sibatê ye" hatin  hildan.

Meş piştî gihîştina qadê veguherî mitîngê û bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir, paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn-Şehbayê Şaziye Îbrahîm axaftin kir. Şaziye Îbrahîm di axaftina xwe de komploya navneteweyî şermezar kir û got: "Em komploya navneteweyî bi tundî şermezar dikin. Hêzên komploger xwestin bi riya revandina Rêber Apo îrade û vîna gelê Kurd bidin çewisandin lê em ji wan hêzan re dibêjin ku tu kes nikare vîna me bişkîne ji ber fikir û ramanên Rêber Apo em ji xwe re esas digrin û xwe bi rêxistin dikin. Rêber Apo di zindana Îmraliye de di bin tecrîda giran de ye lê fikir û felsefeya wî azad e û di nava gelan de belav dibe. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê bi berxwedan û têkoşînê bilind bikin ji ber ku ew kilîta çareseriya hemû pirsgirêkên cîhanê û Bakur Rojavayê Sûriyeyê ye."

Meş bi dirûşma "Bê Serok Jiyan Nabe" dawî bû.

Dêrîk

Şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên wê Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa, herêmên Berav û Koçeratê meşeke mezin li dar xist. Meş ji Qada Azadî ya li Dêrikê dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Bi rihê têkoşîna gelê şoreşger û pêngava domdar a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê pergala Îmraliyê hilweşînin", "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hatin vekirin.

Beşdarên li kolanên bajar meşiyan bi yek dengî dirûşma "Bê serok jiyan nabe" berz kirin. Dayikên şehîdan jî êlekên spî yên bi wêneya Rêber Abdullah Ocalan û nivîsa "Bê serok jiyan nabe" li xwe kiribûn.

Meş li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Şehîd Bawer veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hat kirin. Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Kantona Cizîrê Silêman Ereb axivî û got: “Rêber Abdullah Ocalan li hemberî berjewendiyên navneteweyî yên ku gelan paşguh dikin û ji bo azadiya jinan têdikoşe. Bersiva herî xurt a li hemberî komplogeran xwe perwerdkirin û rêxistinkirina li ser esasê pradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan e.

Silêman Ereb bang li civakê kir ku ji xwedî li ramanên Rêber Abdullah Ocalan derkevin û bi awayekî dirust pêk bînin.

Rêvebera Kongra Star a Dêrikê Şadiya Yûsif jî axivî û bang li tevahî jinan kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê xurt bikin û got: “Azadiya Rêbertî azadiya me ye."

Di dawiyê de, Koma Şanoyê ya navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran şanoyek bi navê  "Hêviya azadiyê" pêşkêş kir. Şano balê dikişîne ser bandora ramanên Rêber Abdullah Ocalan a li ser civakê. Mitîng bi dirûşmeyan bidawî bû.

Heleb

Li bajarê Helebê jî gel daketin qadan û komplo şermezar kirin. Meşê li pêşiya hola 8'ê Adarê ya taxa Şêx Maqsûd Xerbî destpêkir û heya çarxerêya Zeytûn a taxa Eşrefiyê bi hemû pêkhateyên xwe berdewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya gelan e”  û “Azadiya Rêber Apo çareseriya siyasî ya doza Kurd e" hatin rakirin.

Piştre meş veguhest mêtîngê û bi deqeyê rêzgirtinê dest pêkir. Paşê sinevizyon li ser jiyana rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji zaroktiya wî heya vê kêliyê hate pêşkêşkirin. Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Helebê, endamê Partiyê Emîna Birîm axaftin kir û wiha got:

"Divê li dijî komploya navnetewî mirovahî xwedî helwest bin û xwedî li fikirê Rêber Apo derkevin. Rêber Apo bi rêya pêşkêşkirina fikir û felsefeya xwe ya azadî û demokrasiyê li tevahî Rojhilata Navîn belav û di nava gelan de bû xwedî proje. Me bi saya fikrê azadiyê komploya navnetewî vala derxist û nehişt ku hêzên komploger bighînin armancên xwe ya têkbirina gelê Kurd. Li seranserî cîhanê xwedî li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derkevin ji ber ew ê bibe çareseriya hemû pirsgirêkên civakê."

Meş bi dirûşmeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî bû.

Reqa

 Bi hezaran şêniyên kantonên Reqa, Minbic û Tebqayê bi meşeke navendî ya girseyî Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Meşê ji Qada Jina Azad a li bajarê Reqayê dest pê kir. Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan, alên QSD’ê û pankartên "Bi fikrên neteweya demokratîk em ê hilweşînin Komploya Navneteweyî” û “Bi îradeya gelan em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin" hatin hildan.

‘Em ê rêwîtiya xwe bidomînin’

Li Çerxeriya El Neîm endama Rêveberiya Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Reqayê Laşîn Ebdullah axivî û got: "Dewletên kapîtalîst komplo li dijî Rêber Abdullah Ocalan kirin. Em ê têbikoşîn heta ku azadiya fizîkî ya rêberê xwe bi dest bixin. Em ê li ser şopa fikrên wî bin ku ji gelan re ronahî ne."

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid jî got: "Ji axa Firatê, ji bajarê Ebdulselam El Icêlî em Rêber Abdullah Ocalan silav dikin. 25 sal in komplo berdewam dike. Ev roj, roja reş e ku hêzên li ser hesabê gelan projeya xwe ava kirin, li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anîn."

El Ebid, bang li gelên herêmê kir ku hevgirtî bin û li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan bin, azadiya wî ya fizîkî pêk bînin.