Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Lubnanê de 8 kes mirin

Artêşa Îsraîlê bi fuzeyan êrîşê avahiyek li bajarê Nebatiye yê Lubnanê kir. Di encamê de ji heman malbatê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyan balafira bêmirov a artêşa Îsraîlê li herêma Mercayun ê bajarê Nebatiyeyê avahiyek sê qatî bi fuzeyan kiriye hedef û di encamê de ji heman malbatê 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Cenazeyên 8 kesan hatin derxistin

Li gorî nûçeya ku di ajansa fermî ya Lubnanê NNA’yê de derket; ji bin xirbeya avahiyê cenazeyên Huseyîn Bercavî, hevjîna wî Emel Mahmud, keçên wî Emenî Bercavî û Zeyneb Bercaviî, du neviyên wî yên biçûk Mahmud Emîr ve Huseyin Alî Emir, xwişka wî Fatima Bercavî û xwarziyê wî Gadir Abbas Tarhînî hatine derxistin.

Di êrîşên artîşa Îsraîlê yên ji 8’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha li dijî Lubnanê pêk tîne de hejmara sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane bû 42. Artêşa Îsraîlê, duh jî li ser başûrê Lubnanê dest bi êrîşên hewayî kiribû. Di êrîşan de li bajarokê Sawana 2 zarokan û dayika wan jiyana xwe ji dest dabûn.