Îşrak Al-Mustassî: Li Mexribê zewaca zarokan zêde dibe

Serokê Komeleya Benî Mellal Zohur Israk El-Mustassî bal kişand ku diyardeya zewicandina zarokên keç li Mexribê her diçe zêde dibe û got ku ew li bendê ne di demek nêz de di Qanûna Malbatê de guhertin çêbibin û pirsgirêk çareser bibin.

HANAN HARITE

Mexrib – Pirsgirêka zewaca di temenê biçûk an jî bi darê zorê ku binpêkirina mafên mirovan e, li gelek welatên cîhanê didome. Mexrib jî yek ji van welatan e ku bi milyonan zarokên keç bi vê xetereyê re rû bi rû dimînin.

Seroka Komeleya Benî Mellal Zohûr a Piştevaniya Jinan di Rewşên Zehmet de Îşrak El-Mustassî teqez kir ku tevî hewldanên rêxistinên jinan û gotûbêjên zagonî ji bo nehiştina zewaca di temenê biçûk de li welat berdewam dikin jî tu encam bi dest neketine.

‘Tedbîrên qanûnî nayên girtin’

Îşrak El-Mustassî got: “Dema zarokên keç ên ku tên zewicandin zaroktiya wan ji destên wan tê girtin, li aliyê din hemû mafên jiyanê tên desteserkirin. Ev diyarde her diçe belav dibe, ji bo bidawîkirina wê tedbîrên qanûnî nayên girtin. Ev rewş bi serê xwe destdirêjî ye.” Îşrak El-Mustassî, da zanîn ku xebatên rêxistinên jinan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkê berdewam dikin û wiha berdevam kir:

“Divê Qanûna Malbatê ya ku mafê tesdîqkirina zewaca zarokan dide, bê betalkirin. Pêwîst e valahiyên qanûnî yên ku destûrê dide kesên biçûk bizewicin bên dagirtin. Zewaca di temenê biçûk de mafê perwerdeyê ji zaroka keç distîne, mafê jiyana zarokatiyê û paşeroja wê ji destên wan digre. Pêwîst e zarokên keç xwedî hemû mafên xwe bin. Ji bo vê jî ji nû ve organîzekirina qanûnan girîng e.”

‘Ji bo em jinan xurt bikin xebatan didin meşandin’

Îşrek El-Mustassî diyar kir ku komele bi hevkariya Tora Neteweyî ya Herêmên Pir-Fferhengî ji bo jinan dixebite û wiha got: "Tora hevahengiya niştimanî di navbera navend û herêmên ku jin û zarokên wan mexdûrên tundiyê qebûl dikin, peyda dike. Em bêhevsengiyên qanûnî yên di pêkanîna mafên jinan de dişopînin. Ji aliyê din em xizmetên guncaw û koordîneyî ji bo bihêzkirina jinan di warê aborî û civakî de pêşkêş dikin. Ev bloka jinan a kolektîf e. Mexrib jî ji bo reformkirina Qanûna Malbatê atolyeyan li dar dixe.”

‘Em li benda qanûnên nû ne’

Îşrak El-Mustassî her wiha anî ziman ku wan gelek pêşniyar pêşkêşî meclisê kirine, di nav de mijara vesayeta qanûnî û li dijî jinên ku li mala lê rastî tundiyê tên lê dubare wan dişînin heman malê û wiha got: “Piştî hevberdanê jin pirsgirêkan dijîn neçar dimînin zarokên xwe bibin dibistaneke din. Komeleya me herî dawî ji bo lêkolîneke berfireh a Qanûna Malbatê daxuyaniyek weşand. Hemû pêkhate hêvî dikin ku di zûtirîn demê de qanûnek nû were derxistin.”

Îşrak El-Mustassî da zanîn ku komele di heman demê de li ser xurtkirina aborî ya jinên rastî şîdetê tên jî dixebite û wiha bi dawî kir: “Bi guhertinên ku li Mexribê di gelek waran de çêbûne, weke rewşa wê ya sosyo-demografiya, malbatê û pergala qanûnî, ez bang dikim ku qanûnek, bi kûrahî di ber çavan de were derbaskirin. Xurtkirina aborî yek ji mekanîzmayên ku ji bo rakirina tundiya li ser jinan dibe alîkar. bihêzkirina jinan di warê aborî de dê diyardeya tundiyê kêm bike."