Çalakvan Wijdan Nûredîn: Rêber Ocalan riya azadiyê li jinan vekir

Mamoste û çalakvan Wijdan Nûredîn derbarê komploya 15’ê Sibatê axivî, diyar kir ku Abdulah Ocalan, bi têkoşîna xwe riya azadiyê li jinan vekiriye û li dijî komploya navnetewî û tecrîdê banga têkoşînê li tevahî jinan kir.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî-  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an di encama komploya navnetewî  de hat girtin û 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de ye. Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî gelê Kurd li her derê li ser lingan e. Mamoste û çalakvana ji Başûrê Kurdistanê Wijdan Nûredîn der barê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de axivî û bal kişand polîtîkayên tecrîdê yê li ser tevahî gelê Kurd tê meşandin. 

Wijdan Nûredîn bal kişand armanca komploya navnetewî ya 15 Sibatê û wiha got: “Rêber Ocalan bi awayekî fizîkî li girtîgeha Îmralî tê girtin lê belê niha hemû kesên azadîxwaz xwe li ser fikir û baweriya Rêber Ocalan bi rêxistin dikin. Fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava civakê de bingeh daniye. Ev jî li dijî fikrên desthilatdariya sermayedar in ku dixwaze li cîhanê hukum bike, ji ber desthilatdar dizanin fikrên Rêber Ocalan hemû aliyên jiyanê dagirtine û bûne bersiv ji gelek pirsgirêkan re.”

‘Rêber Ocalan riya azadiyê li jinan vekir’

Wijdan Nûredîn wiha domand: “Heta ku jin azad nebin civak azad nabe. Armanca azadiyê jî ew e ku jin xwe nas bike, erk û mafên xwe bizanibe. Dirûşma “Jin Jiyan Azadî” yek ji wan dirûşmên herî xweş e ku ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan derketiye, yek ji wan dirûşman e ku jin li tevahî cîhanê nirxên xwe tê de dibînin. Dikaribûne bi vê dirûşmê dakevin qadan û daxwaza mafên xwe bikin. Ji ber sîstema sermayedar mirov xistine qalib û divê ji vê çarçoveyê derbikevin û bikaribin dengê xwe bilind bikin li hemberî hemû zilm û zordariya li dijî jinan rawestin.”

Wijdan Nûredîn di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand têkoşîna li dijî tecrîd û komployê: “Li tevahiya cîhanê meş, çalakî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan tên lidarxistin. Civak di ferqa girîngiya fikrên Rêber Ocalan de ye û ji bo mirovahiyê daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan dikin. Welatên din weke kesek normal li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinêrin ne weke keseke siyasî. Dizanin fikrên wî çiqas ji bo çêbûna civakek azad bi sûd in, ji beê wê tecrîda li ser Rêber Ocalan giran dikin. Em soz didin Rêber Ocalan em ê nifşên xwe li ser heman fikir û felsefeyê perwerde bikin da ku kesayetên bi hêz li hemberî desthilatdariya zilmkar ava bikin.”