Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasir kir

Artêşa Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasir a li bajarê Xan Yûnis ê Zîvala Xezayê kir. Hat diyarkirin ku di êrişê de mirî û birîndar hene.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve dest pê kiribûn berdewam dikin. Artêşa Îsraîlê li bajarê Xan Yûnis ê Xezayê êrişî Nexweşxaneya Nasir kir.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA; Hat diyarkirin ku di êrişa hêzên Îsraîlê ya li ser beşa ortopediyê ya Nexweşxaneya Nasir a Xan Yûnisê de Filistînîyek jiyana xwe ji dest da û hinek jî birîndar bûn.

Di nûçeyê de hate gotin ku hêzên Îsraîlî her wiha bi darê zorê hin bijîşk û hemşîre ji nexweşxaneya Nasir û hin ji wan ên ku xwe li nexweşxaneyê girtine derxistin û ber bi bajarê Refahê ve birin, lê bi dehan kesên ku derketine rê binçav kirine. Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku Nexweşxaneya Nasir ev 25 roj in di bin dorpêça Îsraîlê de ye.

Di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir va li ser Zîvala Xezayê didomin de 28 hezar û 576 Filistînî ku ji wan herî kêm 12 hezar û 300 zarok û 8 hezar û 400 jin in jiyana xwe ji dest dan, 68 hezar û 291 kes jî birîndar bûn.