Li Lubnanê berdêla qeyrana aborî jin didin

Qeyrana aborî ya li Lubnanê tê jiyîn, bandor li şert û mercên jiyana jinan dike, her wiha dibe sedema bilindbûna rêjeya tundiyê jî.

MARÎNA ANDAS

Beyrût – Li gorî lêkolînên ku li Lubnanê hatine kirin jin, ji qeyrana aborî ya welat tê jiyîn, di hemû astan de li gorî mêran du qet zêdetir bandor dibin. Di aliyê aborî û civakî de rewş roj bi roj ber bi xirabtir ve çû û bi taybetî bi belavbûna bêkariyê re xizaniyek nayê veşartin derkêt holê. Li gorî pisporan, jinên Lubnanê di beşek mezin a qeyran û pirsgirêkên aborî yên li welatê xwe de mexdûrên ewil in. Banka Cîhanî jî daneyan piştrast kir, ragihand ku Lubnan yek ji sê qeyranên herî xirab ên 150 salan dijî. Endama Konseya Aborî, Civakî û Jîngehê ya Lubnanê Mary Nassîf Al-Debs, rewşa welat tê jiyîn ji ajansa me re vegot.

'Herî zêde jin bandor bûn'

Mary Nassîf Al-Debs, destnîşan kir qeyrana aborî ya zehmet a li Lubnanê bi vekirî bandor li ser şert û mercên welatiyan û bi taybetî jî jinan dike û diyar kir qeyran dibe sedem ku jin wek çîna duyemîn bê dîtin. Mary Nassîf Al-Debs, der barê bandora vê rastiyê ya li ser jinan de jî wiha got: “Ya ewil zêdebûna rêjeya tundî û qetilkitinê û ya duyemîn jî di navbera jinên temenê kar ên navbera 18-54 salî de bilindbûna rêjeya bêkariyê. Di lêkolîna ku nêzî du sal berê ji aliyê NY’ê ve hate amedekirin de, zêdetirê nivê jinên kedkar ji kar derdikevin, nîvê din jî bi pirsgirêkan re rû bi rû man. Ji ber hilweşîna hat jiyîn jinan tenê beşek ji mûçeyên xwe girtin. Bi ketina nirxê pereya Lubnanê re hêza kirînê jî ket.”

'Divê dawî li cudakariyê bê anîn’

Mary Nassîf Al-Debs, diyar kir Qanûna Kar di bingeh de jinan û mafên wan naparêze û balkişand ji ber vê ne xalên erênî, tenê xalên neyînî yên qanûnê tên pêkanîn. Mary Nassîf Al-Debs, wiha axivî: “Ji bo ku em ji malbatê dest pê bikin û di her qadê de di navbera jin û mêran de wekhevî misoger bikin, divê destpêkê civaka baviksalar ji holê bê rakirin. Bi vî awayî dengê jinan bi dengê mêran re wekhev bibe. Bi taybetî divê di navbera karkerên jin û mêr de di dabeşkirina mûçeyan de wekhevî hebe. Divê yasayên mezhebî bên rakirin û li şûna wî yasayek medenî ya yekgirtî bê derxistin. Divê rewşa mezhebî ya di yasayên şexsî de ku pêşketina jinan û beşdarbûna wan a pêvajoyên biryardayîne de asteng dije, ji holê bên rakirin."

'Her tişt roj bi roj xirabtir bû’

Mary Nassîf Al-Debs, dest nîşan kir encamên qeyranê ya li ser jinên Lubnanê di sala 2019’an de kûrtir bû û diyar kir jin beşdarî çalakiyan dibin, daxwaza mafên xwe dikin, lê bi şewbê re her tişt roj bi roj xirabtir bû. Mary Nassîf Al-Debs, wiha got: "Tundiya nava malê ya li dijî jinan du qat zêde bû, barên malbatî û aborî zêde bûn.”

Endezyar Lynn Touma jî da zanîn jin di pêvajoya herî xerab a jiyana xwe de dijîn û wiha got: “Midûrê li cihê kar, şert û mercên aborî hincet nîşan da û hemû jinan ji kar avêt. Midûrê ku jinan ji kar avêt, sê mêran jî li gel xwe hişt. Ez ji dema kar hatim derxistin vir ve tevî ku kar digerim jî ji aliyê bavê xwe ve rastî tundiya devkî û fizîkî hatim. Ji ber qeyrana aborî û feraseta mêr, gelek jinên li Lubnanê heman êşan dijîn.”