Li dijî komployê li Til Temirê find vêxistin

Duh, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Abdullah Ocalan pêk hat, Kongra Star li Til Temirê find vêxistin.

Hesekê – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navdewletî hat dîlgirtin, 25 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Bi armanca şermezarkirina komployê, Kongra Star li navçeya Til Temirê ya Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi navê 'Apo' çalakiya find pêxistinê lidar xist. Bi dehan endam û rêveberên sazî û navendên meclisa navçeyê her wiha malbatên pakrewanên azadiyê beşdarî çalakiyê bûn.

Endama Kongra Star Şêxa Şermûx bi navê Kongra Star axaftinek kir û wiha got: "Dema ku me Rêber Ocalan nas kir em bi wateya jiyanê têgihîştin û weke jin divê em çawa bijîn me fam kir. Me bi naskirina fikrên Ocalan dizanibû ku tiştekî nebe tune ye, ji lewre komploya navneteweyî wê têk biçe û negihîje armancên xwe. Em weke jin û pêşengên vê şoreşê, her dem şopdarên riya ku Rêber Apo ronî kiriye ne. Em ê tecrîdê bi fikr û ramanên te yên ku em pê dijîn, bişkînin û te bi fizîkî azad bikin."

Çalakî bi dirûşma "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.