RAWA’yê daxuyanî da û got: Em têkoşîna hevgirtî diparêzin

RAWA’yê di salvegera komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd, Abdullah Ocalan de bi gotinên; “Rêbertiya birêz Ocalan nîşan da ku jin dikarin xwe û civakê biguherînin” diyar kir ku ew têkoşîna hevgirtî diparêzin

Navenda Nûçeyan- Yekitiya Jinên Şoreşger ên Afganistanê (RAWA), di salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji bo enternasyonalîstên li welat peyamek weşand. RAWA’yê di peyama xwe ya ku ji bo enternasyonalîstên li Rojava têdikoşin re şand, diyar kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî werin berdan, ew têkoşîna hevgirtî û piştgiriyê diparêzin.

Di peyama RAWA’yê de wiha hat gotin:

“Ji bo rêhevalên welatparêz û enternasyonalîst ên li Rojava

Weke Yekitiya Jinên Şoreşger ên Afganistanê (RAWA) em bi hemû şervanên li Rojavayê Kurdistanê re di nava piştgiriyê de ne û ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan, em têkoşîna hevgirtî diparêzin.

Nîvsedsal e ku jinên Afganistanê di bin zexta emperyalîzmê û rejîmên olperestên tundrew de bi gelek zehmetiyan re dijîn. Di du salên dawî de bi hatin Talîbanê re zextên li ser jinan zêdetir bûn û hemû mafên wan hatin binpêkirin. Jinan mehkûmê malan kir û sergirtina bi zorê li wan ferz kir, kesên ku li dijî van zextan derdikevin jî digre davêje zindanan.

Jinên Afganistanê li ber xwe didin

Jinên Afgan tevî van hemûyan, weke jinên cîhanê, li dijî girtin, şîdet û gefan li ber xwe didin.

Têkiliya di navbera gelê Kurd Afgan de ne êşên hevpar, ya ku girêdana me diyar dike berxwedan û biryardarî ye. Em ji xwişkên xwe yên Kurd ên bi rêhevalên xwe yên mêr re têdikoşin cesaretê digrin.

Tevgera jinan, li Îranê mînaka biryardariya jinên şervan e, bi gelek zehmetiyan re derketiye serî.

Rêbertiya birêz Ocalan, nîşan da ku jin dikarin xwe û civakê biguherînin

Ji bo rûmetdariya rêhevalên me yên girtî û qehremanên ku jiyana xwe ji dest dane; heta ku azadî û edalet li ser van axan pêk were divê em peywira xwe bidomînin. Li dijî emparyalîzm û olperestiya ku dijî me bûne yek; weke şoreşger û şervanan divê em bi hev re li dijî dagirkerî, dijminahiya jinan û bêedaletiyê bisekinin.

Em bi piştgiriyê pêşerojeke ku îşkence û girtîgeh tê de tune be ava bikin!”