Qirkirina li Çiyayê Cûdî hate lêkolînkirin

Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya ku li çiyayê Cudî birîna daran û şewata daristanan li cihê wê lêkolîn kirin. Wê şande di rojên pêşiya me de lêkolînên xwe bikin rapor.

Navenda Nûçeyan- Şandeyek ku dibin pêşengtiya Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya de hatî avakirin, ji bo balê bikşînin li ser birîna daran û şewata daristanan li çiyayê Cudî, li gundê Dêrgê lêkolîn kirin.

Di şandeyê de Tevgera Ekolojîstan a Mêrdîn, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, OHD, ÎHD, Rêxistina HDP’ê ya Silopiya, Wan ÇEVDER, Koalîsyona Edaleta Avhewayê, Ekolojî-Siyaset û Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê cihê xwe girtin.

Piştî lêkolîna li gundê Dêrgê, beriya hefteyekê şandeyê dema ku xwest birina daran û şewata daristanan ya di nava gundê Sorbitmê û Gera Mihêtê derketin li cihê wê lêkolîn bikin, li derdora qereqola Newro bi hêceta, ‘ewlehiyê’ hate astengkirin. Li ser astengiyan ji aliyê şandeyê ve li gund daxuyanî hate dayîn.

Wê lêkolîn were raporkirin

Di daxuyaniyê de pankarta ‘Dawî li qirkirina ekolojîk û qirkirina daran bînin’ hate vekirin, endama Komîsyona HDP’ê ya Ekolojiyê Menekşe Kizildere axivî û bal kişand ser qirkirina xwezayê ya li herêmê û got ku ew ê li dijî vê bêdeng nemînin.

Piştre Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mûrat Bîlgîç axivî. Murat, diyar kir ku ew ê di demên pêşiyê de rapora xwe bi raya giştî re parve bikin û got: “Îro weke tevgerên ekolojiyê bi pêşwaziya Şaredariya Silopiyayê me xwest ku cihê ku şewat derketiye lêkolîn bikin. Lê belê em rastî astengiyê hatin û nehiştin ku derbas bibin. Heke ku kes li wir nebe û herêma ewlehiyê be çawa li wir agir derdikeve. Der barê şewatê de gumanên me hene. Em ê rapora xwe ya hevpar ji raya gişti re parve bikin.”