Di dadgehên Îranê de ji bo kesên ku hicaba ferzkirî red dikin teşhîsa 'pirskirêka derûnî'!

Komeleyên tendirustiya derûnî bertek nîşanî biryarên “nexweşiya kesayetî dij-civakî” ya dadgehên ku li Îranê ji bo jinên hîcab bikarnaynîn dan û gotin, “Tespîtkirina nexweşiyên derûnî ne li ser milê dadgeriyê ye.

Navenda Nûçeyan- Çalakiyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê 'polîsên exlaq' ve bi hinceta ku "li gorî rêgezên îslamî hicab bikarneanîye " dest pê kir, dewam dike. Li aliyê din rejîma Îranê ji bo tepisandina serhildanê gelek zextan dike.

Dadgehên li Îranê, li dijî jinên hicaba ferzkiri red dikin, vê carê serî li bikaranîna psîkiyatriyê da.

Serê meha Tîrmehê, dadgeheke li Tehranê, bi boneya ku ji ber têkiliya zayendî bi rasthatinî nexweşiyeke derûnî lê çêbûye, ew bi rakirina xeliya ber çavên xwe sûcdar kir û du meh cezayê hepsê lê birî û tedawiya derûnî bi şeş mehan lê kir ferz.

Bi zêdebûna darizandinên wiha re sektora psîkiyatriyê ya Îranê bertek nîşan da.

23’yê nameyeke vekirî ji serokê darazê Gulam-Huseyîn Muhsenî Ejeî re hat şandin, di nameyê de çar serokên komeleyên tenduristiya derûnî serokê darazê sûcdar kir ku psîkiyatriyê bi armancên bi xerabî bi kar tîne.

Di nameyê de wiha hat gotin: ‘’Dadgêr nal ê psîkiyatr ji teşxîskirina nexweşiyên derûnî berpirs in.

Bi ya Komeleyên Yên Li Ber Nexweşan, daraz bi vî awayî psîkiyatriyê desteser dike.