Ji ciwanan li dijî şerê taybet kampanya têkoşîna bi heybet

Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk bi dirûşmeya “Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet” kampanya da destpêkirin. Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Senem Erîş banga rêxistin û têkoşînkirinê li hemû ciwanan kir.

Enqere- Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk ji bo xebatên serdema nû, li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin gel hev. Beriya civînê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Senem Erîş ve hate dayîn. Senem Erîş, diyar kir ku di encama polîtîkayên îktîdarê de xweza tê talankirin, îradeya gel bi rêya qeyûman tê xespkirin, her roj li dijî jinan û destkeftiyên jinan êriş tên kirin, keda kedkaran tê xwarin, binpêkirin zêde dibin û roj bi roj şer girantir dibe.

‘Gelê Tirkiye dibin tecrîdê deye’

Senem Erîş diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê hem li hundir û hem jî derve li dijî kurdan şerekî bênavber daye destpêkirin û wiha got: “Sedema krîzan piralî yên Tirkiyeyê jî şerê li dijî kurdan e. Di bingeha polîtîkayên şer de jî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ye. Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bi xwe re şer tîne û şer jî xizanî û hejariyê tîne. Ji ber vê yekê yê ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin ne birêz Abdullah Ocalan lê gelên Tirkiyeyê ne. Hewl didin tevahiya civakên Tirkiyeyê li Îmraliyê bênefes bihêlin. Em cardin dibêjin emê tecrîda di şexsê Rêberê Gelê Kurd de li tevahiya gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin qebûl nakin û ji bo azadiya gelan emê rêxistiniya xwe mezintir bikin û tecrîdê ji holê rakin.”

‘Ciwan bi polîtakayên taybet tên hedefgirtin’

Senem Erîş di berdewamiya daxuyaniyê de destnşan kir ku desthilata  AKP-MHP’ê hewl dide civakê bi zextê ji hal bêxe û li aliyê din jî hewl dide ciwanan bi rêya polîtîkayên şerê taybet ji rol û rista wan a dîrokî dûr bixe û wiha dom kir: “Di serî de ciwanên kurd, bi rêya spor, huner, rêzefîlmên TV’an, nûçe û hwd. bîrdoziya xwe di nava ciwanên Tirkiyeyê de belav dike. Di nava 10-15’ên dawî de gelemperî li ser rêzefîlmên ku polîs, leşker, mafya û malbatên netewe-dewletê pîroz nîşan didin diweşîne. Hewl didin qehremantiyên sexte, dagirkerî, talankerî û hwd. li ber ciwanan şirîn bikin. Bi van rêbazan dixwazin ciwanan bikin xulamên vê pergalê. Aliyê herî xetere yê şerê taybet jî belavkirina tiryak û fihûşê ye.

‘Destdirêjiya  beramberî jinên ciwan bi destên unîformayan zêde dibe’

Ji bo ku mejiyê ciwanan tevlihev bikin û ji polîtîkayê dûr bixin, bi zanebûn belav dikin. Tacîz û destdirêjiyên li dijî jinên ciwan jî bi destê kesên biunîforma tên kirin. Bûyerên Gulistan Doku û Îpek Er, delîla herî şênber a polîtîkaya dewletê ya li Kurdistanê ye. Weke ciwanan emê li dijî vê bêdeng nemînin. Em ê li dijî kesên di nava gelê me de tiryak û fihûşê belav dikin bisekinin.”

Li dijî şerê taybet têkoşîna bi heybet a kampanyayê

Senem Erîş di dawiya daxuyaniyê de wiha got:  “Emê mîrasa têkoşîna azadiyê ya ku me ji rêhevalên xwe Hakî, Kemal, Mazlum û Îbrahîman dewr girtî hêj mezintir bikin û vê pergala reştarî ji holê rakin. Emê vê pergalê biguherînin. Li vir radigihînin ku li dijî her cureyên şerê taybet em kampanyaya ‘Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet’ didin destpêkirin. Dê meclisa me xebatên xwe yên serdema nû di çarçoveya vê kampanyayê de bimeşîne. Emê têkoşîna xwe di vê serdemê de hêj mezintir bikin. Weke meclisa ciwanan emê li gel rêhevalên xwe yên çep, sosyalîst û şoreşger têkoşîna xwe mezintir bikin. Heta ku em tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ji holê radikin jî dê berxwedana xwe bidomînin. Emê li dijî tiryak, zîhniyeta nêrza, talankirina ekolojiyê, pişaftina çandî û her cureyên bîrdoziya ciwanan ji eslê xwe dûr dixînin bisekinin. Di vê çarçoveyê de banga me ji bo hemû ciwanan ewe ku di çarçoveya kampanyaya me de li dijî şerê taybet,  berxwedanê mezintir bikin, xwe bêhtir birêxistin bikin û tev li têkoşînê bibin.”