‘Bi kameraya xwe em ê rastiya dewleta Tirk aşkere bikin’

Rojnamevanên ji herêma Firatê li dijî operasyonên ku li Bakurê Kurdistanê li ser rojnamevanan didomin nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku ew ê bi pênûs û kamerayên xwe li dijî dewleta Tirk şer bikin û bibin dengê rastiyê.

BEYDA OSMAN

Kobanê- Dewleta tirk operasyonên qirkirina siyasî li ser rojnamevan, siyasetmedar, hunermend, rewşenbîr û hwd. li Bakurê Kurdistanê yên ku li ser riya rastiya dixebitin didomîne. Di encamê de bi dehan rojnamevan hatin binçavkirin ku di nav de gelek rojnamegerên jin hene.

Endamên çapemeniya azad a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişandin ser zextên li dijî rojnamegeran û gotin dê bi ti zextan rastî neyê veşartin.

'Tu kes nikare çapemeniya demokratîk bêdeng bike'

Edîtora ajansa nûçeyan a Hawar (ANHA) ya herêma Firatê Dîcle Ehmed da zanîn ku ne cara yekemîn e dewleta tirk rojnamevanan binçav dike û got: "Beriya çend rojan çar rojnamevan li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve hatin binçavkirin. Ev ne cara yekemîn e ku rojnamevan tên girtin di dema erdhejê û piştî hilbijartinê de gelek rojnamevan hatin binçavkirin û heya niha jî nehatine dadgehkirin. Ne tenê rojnamevan gelek siyasetmedar, hunermend û rewşenbîr her kesê ku dikeve nav xizmeta gel û li dijî siyaseta dewleta tirk derdikeve tê binçavkirin, bi armanca qirkirina çanda gelê Kurd û çewisandina çapemeniya azad." 

'Bi pênûs û kameraya xwe em ê bibin dengê rastiyê'

Dîcle Ehmed di axaftina xwe de behse siyaseta dewleta Tirk a li dijî jinan kir û got: "Polîtîkayên dewleta tirk ên qirkirina jinan û mafên wan divê bi dawî bibin. Dewleta tirk bi her cureyê êrîşî herêmê dike, ne tenê li Bakur rojnamevan tên biçavkirin li Rojava jî tên hedefgirtin weke şehîd Îsam ji bo ku hovîtiya Tirkiyeyê eşkere bike hat hedefgirtin û li Kobanê, Efrîn û Minbicê her cure êrîş tên kirin. Çapamaniya azad dê bi pênûs û kamarayên xwe li dijî dewleta tirk şer bike û bibe dengê rastiyê."

'Ji bo ku hovîtiya dewleta tirk neyê zanîn rojnamevanan digre'

Xebatkara Radyoya dengê Kobanê Şîlan Mihemed nêrîna xwe anî ziman û got: "Di dirêjahiya dîrkoka gelê Kurd de kiryarên hov, qirkirin û tunekirin li ser tê meşandin Em wek çapemeniya demokratîk her dem bi komkujî, êrîş û pirsgirêkan re rûbûrû man. Ji bo ku hovîtiya dewleta tirk li hemberî gel aşkere nebe rojnamavanan binçav dikin. Ne bi tenê li Bakurê Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê rejma Îranê jî ji bo ku şoreşa bi dirûşma jin, jiyan,azadî belav nebe rojnemevanan binçav dike. Em wek rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê soz didin ku em ê dengê rastiyê bi tevahî cîhanê re parve bikin ew hevalên me yên di girtîgehan de û yên ku ji bo dengê rastiya canê xwe feda kirine em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin."