Careke din Dayikên Şemiyê bi kelebçe hatin binçavkirin

Dayik/Mirovên Şemiyê dema ku xwestin li qada Galatasarayê daxuyanî bidin cara 17’an hatin astengkirin, derbkirin û bi kelebçeyan hatin binçavkirin. Parlamenterên ku piştgirî dan jî hatin dorpêçkirin.

Stenbol- Ji bo pirsa aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, Dayik/Mirovên Şemiyê her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Çalakiya hefteya 958’an jî li Qada Galatasarayê hat lidarxistin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Çepa Kesk Sirri Sakik û Meral Daniş Beştaş, endamê Lijneya Rêveber (MYK) a HDP’ê Mûsa Pîroglu û parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik piştgirî dan daxuyaniya vê hefteyê.

Parlamenter hatin dorpêçkirin

Dema ku parlamenteran ber bi Qada Galatasarayê ve dest bi meşê kir, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Parlamenteran di bin wê dorpêçê de bertek nîşan dan. Di wê navberê de parlamenterê Partiya Çepên Kesk û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder xwest bikeve meydanê lê ji hêla polîsan ve hat astengkirin.

Dayikên Şemiyê hatin derbkirin

Dayikên Şemiyê jî ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Di wê navberê de li pêşiya Pasaja Çîçekê ya li ser Cadeya Îstîklalê ji hêla polîsan ve lêdan xwarin û hatin dorpêçkirin. Di vê navberê de dema welatiyekî bertek nîşanî polîsan da û polîsan li wî jî dan. Dayikên Şemiyê, dorpêça polîsan bi nîşaneyên serkeftinê şermezar kirin.

 27 kes hatin binçavkirin

Daxuyaniya Dayikên Şemiyê cara 17’ane tê astengkirin. Polîsan piştre jî destên Dayikên Şemiyê kelebçe kirin û binçav kirin. Di dema binçavkirinê de rojnamegeran xwestin dîmenan bikşînin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.

Navê ku kesên ku hatine binçavkirin wiha ne:  “Hanîfe Yildiz, Besna Tosun, Masîde Ocak, Gulsum Elvan, Eren Keskîn, Mikaîl Kirbayir, Alî Tosun, Hasan Karakoç, Alî Ocak, Gulseren Yolerî, Oya Ersoy, Leman Yurtsever, Îsmaîl Yucel, Cuneyt Yilmaz, Omer Kavran, Davut Arslan, Arat Dînk, Şukran Kablan Yeşîl, Azîz Ozkan, Bulent Turkmen, Gonul Adibellî, Ahmet Keleş, Varol Oztorun, Canan Kebenç, Vaîz Adiguzel, Yilmaz Haksever, M. Ensar Korkmaz.”

Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê twîtter ev peyam parve kirin: “Di hefteya çalakiya me ya 958’an de îstîklal veguherî qadeke ku hemû baweriyan tune dihesibîne. Ev cara 17’emîn e em bi tundiya polîsan tên binçavkirin.”