‘Polîtîkaya ferzkirina poşmaniyê li ser girtiyan nayê qebûlkirin’

Bi hinceta “Ferzkirina poşmaniyê” înfaza Kubra Barutçu 3 car, a Jiyan Arikboga jî 2 caran hat şewitandin. Xizma girtiyan Şemal Arikboga got: “Ev plîtîkayeke bi zanebûn e û nayê qebûlkirin.”

Amed- Lijneyên Çavdêriyê bi hincetên wekî “Rewşa nebaş”, “Nîşan nedane ku poşman bûne” “beşdarî aktivîteyên li girtîgehê nebûne” tehliyekirina girtiyan asteng dike. Jiyan Arikboga û Kubra Barutçu yên li Girtîgeha Jinan a Amedê, girtî ne jî bi heman hincetan nayên berdan.

Înfaza Kubra Barutçu 3 car a Jiyan Arikboga jî 2 defa înfaza wan hat paşvexistin.

Jiyan Arikboga a di sala 2018’an de hat girtin û diviyabû di Sibata 2023’yan de tehliye bibe, ji ber ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir, 6 meh înfaza wê hat paşvexistin. Kubra Barutçu ya di Kanûna 2016’an de hat girtin jî ji ber ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekiriye înfaza wê du caran hat şewitandin û her carê 6 meh cezayê wê hat zêdekirin. Kubra Barutçu ya ku diviyabû tehliye bûbûya jî 3 caran înfaza wê hat şewitandin û nehat berdan.

‘Tevî ku cezayê wê qediyaye jî bi awayê bêhiqûqî di girtîgehê de ye’

Şemal Arikboga, diyar kir ku tevî rapora “rewşa baş” a Lijneya Çavdêriyê ya Îdareyê jî xwişka wê Jiyan Arikboga nehatiye berdan û wiha got:

“Çima tehliye nakin? Lewre hem Kubra hem jî Jiyanê ferzkirina poşmaniyê qebûl nekirine. Têkildarî şewitandina înfazan me serî li Dadgeriya Înfazê da lê serlêdana me hat redkirin. Xwişka min ji sala 2018’an ve di girtîgehê de ye. Di meha Sibatê de tevî ku cezayê wê qediya jî nehat berdan. Herî dawî dema çûm hevdîtinê girtiyan diyar kirin ku ev rewşeke kêfî ye û nayê qebûlkirin. Ev polîtîkaya bi zanebûn a lijneya çavdêriya girtîgehan e. Li dijî hemû girtiyan vê dikin. Bi van polîtîkayan dixwazin îradeya girtiyan qels bikin.”

‘Polîtîkayeke bi zanebûn e’

Şemal Arikboga diyar kir ku li dijî rewşa heyî ew bi hêrs in û got: “Malbata me xemgîn e lê her em hem li ba xwişka min hem jî li ba girtiyan in. Tu tişt bi qasî ferzikirina poşmaniyê anormal nîn e.”

Şemal Arikboga got ku van polîtîkayên ku bi zanebûn tên meşandin vala ne û wiha bi dawî kir:

“Van mirovan bê sûc ketin girtîgehê niha jî bê sedem nayên tehliyekirin. Bi Zagona Înfazê ya Nû re hemû sûcdar hatin berdan û yên mane jî tên berdan lê mirovên bê sûc jî wiha di girtîgehê de dihêlin. Ev rewş hiqûqî nîn e. Bi vî awayê dixwazin ceza bidin girtiyan. Li dijî vê pêkanînê, îrade, sekin û moralê girtiyan baş . Em jî wekî malbat bi wan re ne.”