Di çalakiya ve hefteyê de li aqubeta Abdulkerîm Kartal pirsîn

Di hefteya 756’emîn a çalakiya xizmên windayan a bi navê “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” de li Amedê vê hefteyê li aqûbeta Abdulhakîm Kartal’ê ku 32 sal in jê xeber nayê girtin pirsîn.

Amed- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan, di hefteya 756’emîn a çalakiya bi navê “Bila winda bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluya Rezana Amedê hatin ba hev. Hevjîna parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar ê bi awayekî kiryar nediyar hatibû qetilkirin Cîhan Sîncar, Xizmên Windayan, parazvanên mafan û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl tevli daxuyaniyê bûn.

 ‘Em vê pêvajoya ku hiqûq lê hatiye binpêkirin qebûl nakin’

Di çalakiyê de sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakup Guven axivî û diyar kir ku gelek dayikên li zarokên xwe digeriyan di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane û dewletê jî berpirsyariya xwe pêk neaniye. Piştre Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn bal kişand ser polîtîkaya bêcezabûnê û got: “Pêla tundiyê ya ku pergala bêcezabûnê afirandiye her roj zêdetir dibe. Divê ev polîtîka bi dawî bibe. Em vê pêvajoya ku hiqûq lê hatiye binpêkirin qebûl nakin.”

 ‘Malbatê nasname tesbît nekir’

Piştî axaftinan, endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê Firat Akdenîz çîroka Abdulhakîm Kartal ku ji 16’ê tebaxa 1991’ê heta niha tu agahî jê nayê girtin parve kir û da zanîn ku Abdulhakm Kartal di sala 1965’an de ji dayik bûye û du zarokên wî hebûn. Li Kargeha Otobusên Tûrê ya Êlihê ya berê, li ser wesayîdeke aydê kesekê din weke ajokarê texsiyê dixebitî û wiha got:

“Di roja 16’ê tebaxa 1991’ê de saet li derdora 20.00’an de dema li rawestgeha texsiyê, 2 kesên cilên sivîl li xwe kiribûn û xwe weke muşterî nîşan dabûn hatin cem Abdulhakîm Kartal. Ewilî jê xwestin ku Kartal wan bibe Farqînê û ketin rê. Abdulhakîm Kartal wê şevê venegeriya malê. Roja din serê sibehê malbata wî çû Serdozgeriya Komarê ya Êlihê, Midûriyeta Emniyetê û Qereqola Cendirmeyan û serlêdan kir. 14-15 roj piştre jî bi plaqeyeke sexte ya li ser navê Çewligê qeydkirî, li Antalyayê di otoparkeke taybet de hat dîtin. Piştre jî Emniyeta Êlihê ji malbatê re got ku li Antalyayê cenazeyekê nasnameya wî nehatiye tesbîtkirin hatiye dîtin. Lê belê malbatê cenaze tesbît nekir û ji wê rojê ve heta niha tu agahî ji Kartal nayên girtin.”

Daxuyanî, bi çalakiya deqeyek rûniştinê bi dawî bû.