Astengkirina Dayikên Şemiyê li 4 bajaran hat şermezarkirin

Astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê ya li qada Galatasarayê ji aliyê ÎHD’ê ve li 4 bajaran hat şermezarkirin. Polîsan êrîşî çalikiya li Edeneyê kir, ên ku beşdarî çalakiyê bûn bi erdê ve kişandin, rojnamegerek birîndar bû.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajaran tundiya li dijî Dayikên Şemiyê yên dixwestin ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin û astengkirina wan, şermezar kir.

Îzmîr

Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bi mebesta piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re, li pêşiya Sumerbanka Berê ya li Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Windakirî diyar in faîl li ku ne” û “Ya ku winda bûye wijdan e, xwedî lê derkeve” hatin vekirin. Li gel endam û rêveberên Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), gelek welatî jî tevli daxuyaniyê bûn.

Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş diyar kir ku dê metna daxuyaniyê ya Dayikên Şemiyê ku nekarin bixwînin û niha di bin çavan de ne bixwînin û wiha got: “Kesên hewl didin me bi bêhiqûqî, zext û tundiyê bitepisînin baş dizanin ku em ê dev ji lêgerîna windakiriyên xwe bernedin. Em ê ji bo azadiyê biqîrin, bi ser hiqûqê de biçin, bibêjin demokrasî û ji bo berjewendiyên hevpar ên civakê bixebitin. Gotina me hêza me ye, em ê bêdeng nemînin.” Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Wan

Astengkirina Dayikên Şemiyê li Wanê jî hat şermezarkirin. Walîtiya Wanê ji bo du rojan biryara qedexeya lidarxistina çalakiyan dabû. Polîsan jî ev biryar weke hincet nîşan dan û nehiştin daxuyanî were dayîn. Li ser vê yekê gelek kes li pêşiya Şaxa ÎHD’a Wanê hatin ba hev lê polîsan bi darê zorê xistin hundir. Polîsên ku pêşiya deriyê komeleyê girtin, nehiştin kesek bikeve hundir û derkeve. Her wiha destûr nedan ku rojnameger dîmenan bikşînin. Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Firat Durmaz di nava dorpêça polîsan de daxuyanî da û biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo Dayikên Şemiyê dabû bi bîr xist.

Edene

Şaxa ÎHD’a Edeneyê jî xwest daxuyaniyê bide lê walîtiya Edeneyê bi hinceta “beşek rê ji hatin û çûna mirov û wesayîdan digre” destûr neda. Endamên ÎHD’ê yên li Parka Înonuyê hatin ba hev, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakup Ataş di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di destên me de ne kevir ne jî çek heye. Em dixwazin mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. Walîtî ji bo biryarên AYM’ê rêzê nagire lewma em jî ji bo biryarên walîtiyê rêzê nagirin.” Komê ji bo şermezarkirina biryara walîtiyê çalakiya rûniştinê li dar xist.

‘Em rêzê ji biryara walîtiyê re nagrin’

Dema endamên ÎHD’ê çalakiya rûniştinê li dar dixistin, polîsan êrîş kir. Di dema mudaxeleyê de Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakup Ataş, rêveberên ÎHD’ê Havîn Olmez, Zehra Ozkan, Teberdar Elîk, Belgîn Işik, Azîz Sari, endamên ÎHD’ê parêzer Îlhan Ongor, parêzer Serhat Okmen, Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş, Hevserokê Seyhanê Taylan Çelîk, rêveberên HDP’ê Saniye Seçgîn, Nîhat Doganer, Çetîn Eye û Serokê Baroya Edeneyê yê berê Mengucek Gazî Çitirik, Hasan Karabulut, Muslum Elîk, Nîhat Doganer û rêveberê ÇHD’ê parêzer Umît Buyukdag hatin binçavkirin.

Di êrîşê de rojnamegerek birîndar bû

Di dema mudaxeleya polîsan de nûçegihanê MA'yê Hamdullah Yagiz Kesen jî li erdê ket û serê wî li betonê ket. Li ser vê yekê bangî ambulansê hat kirin û Hamdullah rakirin nexweşxaneyê.

Riha

Şaxa ÎHD’ê ya Rihayê jî li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Sekretera şaxê Songul Arpa di civînê de axivî û got: “Em ê li windayên xwe bigerin û hesab ji kiryarên wan bipirsin.”