Kiryarê destdirêjiya li dijî 45 zarokan hat xelatkirin!

Li Karamanê der barê sê rêveberan de têkildarî bûyera 45 zarokên ku li Weqfa Ensar rastî tecawizê hatibûn, vebûbû de yek ji wan jî Asim Sultanoglu bû, ji bo Muduriyeta Perwerdeyê ya Rihayê hat tayînkirin.

Navenda Nûçeyan- Di navbera salên 2012- 2015’an de li Karamanê 45 zarok li cihê ku lê diman Şaxa Weqfa Ensarê, dibistana Îmam Hatîb a Karaman û Komeleya Lîseya mezûnan a Anadolo ya Îmam Hatîb diman, rastî tecwizê hatibûn. Der barê êrîşa zayendî ya li dijî 45 zarokan de di 10’ê Nîsana 2019’an de lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Di lêpirsînê de rastiya bûyera destdirêjiyê, tesbîtkirina cihên lê mayînê bê destûr nehat kirin û bi hinceta ku kontrolkirin weke pêwîst nîn e lêgerîn nehat kirin. Mudûrê perwerdeya bajar Asim Sultanoglu, Mudurê Şaxa Saziya Perwerdeya Taybet Ahmet Bayir û mudûrê komeleya bajar Omer Sezer jî di bûyerê de hebûn û berpirsyar hatin dîtin. Der barê du rêveberan de bi riya destûrdayîna destpêkirina lêpirsînê de biryar hat dayîn.

Di encama lêpirsîna ji aliyê mufetîşên saziya teftîşê ya Wezareta Perwerdeyê di rapora ku hat amadekirin de der barê Mudûrê perwerdeya bajar Asim Sultanoglu de lêpirsîn hat destpêkirin lê bêyî ku tiştek were kirin weke muşavîr tayînî Saziya Perwerdeya Neteweyî hat kirin. Her wiha hefteya borî mudûrê Perwerdeya Rihayê Fevzî Kurt ji kar hat girtin û li cihê wî Asim Sultanoglu bû Mudûrê Perwerdeya Bajar bajar, ev yek jî bû sedema bertekan.

Berteka ku mirov dide fikirandin

Têkildarî bûyerê bertekek ku mirov difikirîne ji aliyê wekîlê berê yê şaredariya bajarê mezin Bîlal Tekatli ve hat nîşandan. Bîlat Tekatli ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bi gotinên: “Riha di burokrasiyê de weke ‘mala îslehê’ tê bikaranîn. Kesên ku cezayê wan hene, ên dixwazin kadroya miduriyê bidin wan, burokratên ku nayên xwestin lê ji aliyê zagonî ve ji neçarî wan peywirdar dikin, tayînî Rihayê tên kirin...” berteka xwe nîşanî tayînkirinê da.