'Pergala komînan temînata jiyana polîtîk û exlaqî ye'

Xebatkarên ku di komînan de li kantona Kobanê dixebitin, bal kişandin ser wate û girîngiya komînan di nava pergala Netewa Demokratîk de û diyar kirin ku komîn tovên bingehîn ên avakirina civakeke polîtîk, eqlaxî û demokratîk in.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ku 11 sal li pey xwe hişt, pêşketinên dîrokî hatin jiyîn. Pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn pergala Netewa Demokratîk ku demokrasî, azadiya jinan û ekolojiyê bingeh digre, hilbijartin û li gorî vê jî pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kirin.

Pergala Rêveberiya Xweser li ser bingeha komîn, meclis, deste û encûmenan xwe birêxistin dike ku berovajî pergalên desthilatdar, hêza xwe ya rêveberiyê ji civakê digre. Komîn yekser nûnertiya vîna civakê dike ku li ser bingeha 5 heta 6 komîteyan xwe birêxistin dike. Komîteyên jinan, xizmetguzarî, silh, ciwanan, parastin û tendirustiyê. Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîn hene ku roleke çalak dilîzin. Li Kobanê ya herêma Firatê 22 komîn hene ku di navbera taxan û hinek gundên nêzî navenda bajar hatine avakirin ku wiha tên dabeşkirin: Şehîd Serhed, taxa Botan a Rojhilat û ya Rojava, şehîd Ebdo, Kawa, Xebatkar, Serhed, Xebat, Fîras, Yehiya, Moro, Peyman û Kobaniya Nû. Her wiha komînên li gundan Golmid, Gewirk, Çolpegî, Mezreya Ebrûş, Minaz, Zorava, Helinc û Mûmanê.

Ji bo ji nêz ve naskirina girîngî, wate û xebatên komînan, ajansa me li gel endamên komînan hevdîtin çêkir.

'Komîn li ser bingeha hinek rastiyên civakî hatine avakirin'

Endama komîteya silhê ya komîna şehîd Serhed Neyîma Aqîl destnîşan kir ku komîn xwe dispêre çandên civakî û wiha got: "Şêwazê avakirina komînê xwe dispêre rastiyeke civakî ku me her kesê dîtiye. Di demên borî de dema ku pirsgirêkek, şahî ango xemgînî di gundekî de çêdibû, me didît ku kesên temenê wan mezin hêza wan a rêvebirinê heye yekser bi mijarê re mijûl dibûn. Her wiha dema pêwîstiya malbatekê bi alîkariyê hebûya weke lêkirina xaniyan, pale, çandinî û hwd. gundiyan bi rengekî komînal alîkariya hev dikirin û barê hev sivik dikirin. Em vê rastiyê di roja îro de di nava komînan de jî dibînin ku heman tişt xwe dide der di her tax û gundekî de pergala komînan heye. Pêwîstiya gel ji kîjan alî ve hebe berê xwe didin komînan û teqez ew çareseriyê dibînin. Ji bo vê avakirina komînan rengekî cuda da pergala me da ku civak bikaribe xwedî li hev derbikeve."

'Tovê avakirina jiyaneke komînal û demokratîk e'

Neyîma Aqîl girîngiya pergala komînan bi van gotinan anî ziman: "Rêber Apo dibêje; dema ku ez ji girtîgehê derkevim ez ê di gundê xwe de komîn ava bikim. Ev gotin jî girîngiya komînan destnîşan dike. Gelek caran komîn weke cihê temînkirina mijarên xizmetguzarî tên destgirtin, ev yek jî rast e lê komîn di bingeha xwe de nûnertiya demokrasî, wekhevî, edalet û vîna azad dikin. Endamên komînê bi vîna wê taxê tên hilbijartin, li gorî vê baweriyê jî em tevdigerin ku em bikaribin erka xwe bi rengekî rast pêk bînin. Komîn hêza herî biçûk e di nava pergala me de, lê di warê bandorê de jî zemînê bingehîn e. Ji ber ku pergala em xwe dispêrin vîn, nêrîn û hêza civakê bingeh digre. Ez dikarim pergala komînan weke tovê sereke yê avabûna pergala Netewa Demokratîk binav bikim."

'Keda ku tê dayîn wê me bigihîjîne serkeftinê'

Neyîma Aqîl bi destpêkirina şoreşê re di 19'ê Tîrmeha 2012'an de cihê xwe di nava meclisên gel de girtiye. Neyîma pêşketinên ku heta vê rojê jiyane wiha bilêv kir: "Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê meclisên gel hatibûn birêxistinkirin. Piştre pêdivî hebû ku komîn jî werin avakirin, ji bo vê jî bi herikîna raperînê re pergala komînan jî ket pratîkê ku endamên wê ji aliyê civakê ve hatin hilbijartin. Ez beriya şoreşê di nava xebatên meclîsê de bûm, ji bo vê min şahidiya hemû qonaxan kir ku em çawa gihîştin vê rojê û kedeke bi çi rengî hat dayîn. Dibe ku hîn kêmasî hebin lê ez bawer dikim ku dê ev pergal me bigihîjîne serkeftinê jî. A niha ez di nava komîteya silhê de dixebitim, li rex mijarên lihevanînê em serdana malbatan dikin û bi mijarên cuda re mijûl dibin."

'Hebûn û rola jinan di komînan de diyarker e'

Hevseroka komîna Taxa Nû Hedîl Cuma teqez kir ku rola jinan di nava komînan de diyarker e û wiha got: "Komîn ji 5 komîteyên bingehîn pêk tê ku her komîteyek a din temam dike û hevsengiyê ji bo birêk û pêkbûna xebatê ava dikin. Bi riya van komîteyan gel çareseriya di tevahî waran de dibîne û berê xwe dide cem me. Taybetmendiyeke din a cuda heye ku komîn bi rêbaza hevseroktiyê tê birêvebirin, ev yek jî dihêle ku vîneke hevpar di rêvebirina kar û barên civakê de derkeve holê. Bi taybetî ji bo jinan jî komîteya jinan heye ku roleke çalak dilîze. Di warê mijûlbûna bi mijar û pirsigirêkên jinan de xwedî berpirsyarî ye. Ez weke kesayet, bi erka hevserokatiyê radibim û li aliyê din jî di nava komîteye jin de rola xwe dilîzim da ku em bi bikaribin ji komînan wekheviya zayendî ava bikin û vê wêneyê di nava civakê de jî biteyîsînin."