IFJ'ê banga lêpirsîna êrîşa li hemberî wesayîta JIN TV'yê kir

Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî bang li Tirkiyeyê kir ku derbarê êrîşa li dijî wesayîta JIN TV de lêpirsînê bide destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Federasyona Rojnamegerên Navdewletî (IFJ) der barê êrîşa Tirkiyê ya di 23’ê Tebaxê de ji herêma Til Siir a li ser rêya Qamişlo-Amûdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî wesayîta JIN TV’yê pêk anî, daxuyaniyek da.

IFJ'ê di daxuyaniya li ser malpera xwe ya fermî de têkildarî êrîşa ku xebatkarê JIN TV Necmedîn Feysel jiyana xwe ji dest da û nûçegihana JIN TV Delîla Agîd birîndar bû, daxuyanî da û xwest êrîşên li hemberî rojnameger û xebatkarên çapemeniyê bên rawestandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê derfet bê dayîn ku bêyî mudaxeleyî xebatên xwe bidomînin.

'Divê demildest lêpirsîn bê destpêkirin'

 Daxuyaniyê wiha berdewam dike: “Di encama êrişa balafirê bêmirov a bi çek li ser bajarê Qamişlo yê Bakurê Sûriyê ku di bin kontrola QSD’ê de ye, di 23’ê Tebaxê de ajokar Necmedîn Feysel Hec Sînan şehîd bû û nûçegihan Delîla Egîd jî birîndar bû. Her du jî xebatkarên JIN TV bûn ku ji aliyê komek rojnameger ve dihat birêvebirin.”

 Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Tirkiye demildest lêpirsînê bide destpêkirin û ji sûcdaran hesab bipirse.