Bermal Nêrgiz: Ciwan bi destê sîstemê dikevin xefikê

Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Bermal Nêrgiz bal kişand ser di encama polîtîkayên şerê taybet de li Mûşê zêdebûna bikaranîna tiryakê û bi bîr xist ku 23 ciwan jî ji ber çalakiya bisiklêtê ya li dijî wê hatine binçavkirin.

Mûş – Di salên dawî de di polîtîkayên şerê taybet weke polîtîkaya dewletê de zêdebûn rû daye. Yek ji bajarên ku polîtîkayên şerê taybet lê zêde tê meşandin Mûş e. Li bajarê ku ji ber polîtîkayên şerê taybet zext û bêkarî lê zêde dibe, ciwan neçar dimînin koç bikin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Bermal Nêrgiz encamên polîtîkayên şerê taybet nirxand.

‘Ciwanên ku bi bisiklêtan çalakî li dar xistin hatin binçavkirin’

Bermal Nêrgiz diyar kir ku ji sala 2016’an û vir ve jin û ciwan di her karê ku li bajêr kirine de rastî binçavkirin û gefan tên û wiha got: “Mînaka dawî ya girêdayî vê di hefteyên borî de pêk hat. Çalakiya bisiklêtê ya ciwanan a li dijî bikaranîna tiryakê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. 22 ciwan hatin binçavkirin.”

‘Bikaranîna madeyên hişbir zêde bûye’

Bermal Nêrgiz bal kişand ser zêdebûna bikaranîna tiryakê ya li bajêr û got: “Bi gotina pergal ji bilî siyaset û têkoşîna nasnameyê dikare her tiştî bike li vê rewşê temaşe dike." Bermal Nêrgiz got: “Berê qala bikaranîna madeyên hişbir li taxan nebû, lê niha her kes dizane ku madeyên hişbir li ku tên firotin û di kîjan saetê de tên kîjan taxê! Ciwan bi destê pergalê dikevin vê xefikê. Ger em ji zarokan bipirsin, ew jî dest bi jimartina navên madeyên tên firotin dikin. Ciwan ji civakbûn, civakîbûn û nasnameya Kurdewarî dûr tên girtin. Tevî ku li her qada ku me qal kir kamera hene jî, mudaxele li kesî nayê kirin.”

Jin bi mûçeyên kêm dixebitin

Bermal Nêrgiz bal kişand ser bêkariya ciwanan a li bajêr û got ku ciwanên bêkar neçar dimînin biçin derve. Bermal Nêrgiz, destnîşan kir ku jin neçar dimînin bi mûçeyên kêm di atolyeyên tekstîlê de bixebitin û got: “Tu li vir dest li kê bikî, tu çi bipirsî, ji îstîhdama neafirandî û pergala mêtingeriyê giliyan dike.”

Bermal Nergiz diyar kir ku ji bo ciwanan ji bikaranîna madeyên hişbir dûr bixin çalakiyan li dar dixin û da zanîn ku li dijî ciwanên tevlî van çalakiyan dibin jî lêpirsîn tê vekirin.

Bermal Nêrgiz got: “Ji malbatên ciwanên beşdarî çalakiyên me dibin bang tê kirin û dibêjin bila zarokên xwe bigirin. Hin malbat jî bi awayekî cidî xwe bi destê pergalê girtine. Ev rewş zêdetir jinan diêşîne. Ev mînakên ku me anîn ziman hemû projeya dewletê ne. Vê projeyê herî zelal bi rêya malbat, jin û ciwanan pêk tîne.”