'Li Efrînê jiyana bi aram û ewle nayê peydakirin'

F.M ku ji ber dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ew û kurê xwe ve ji Efrînê derketine, jiyana li Efrînê wiha vedibêje: "Li Efrînê jiyana ewleh û aram nayê peydakirin rojane asta kiryar û binpêkirinên çeteyan zêdetir dibe."

HESNA MIHEMED

Şehba - Ji roja ku Efrîn di 18’ê Adara 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî ve hatiye dagirkirin heya niha xelkê Efrînê rojane bi kiryarên dermirovî yên dewleta tirk û çeteyên wê re rûbûrû dimînin. Dema ku Efrîn hate dagirkirin bi sad hezaran milet koçber bûn û berê xwe dan herêmên Şehba ji bo berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê bidomînin. Lê beşek ji milet jî li Efrînê man ji ber kêm derfetan nikarîbûn xwe xilas bikin lewra mecbûr bûn di bin dagirkeriyê de bijîn.

F.M a 52 salî û kurê wê yên ji gundewarên Efrînê ne di rojên borî de li hemberî zextên ku li ser xelkê tên ferzkirin ji Efrînê derketin û berê xwe dan Şehbayê. F.M ya tev kurê xwe li wargehên koçberiyê li kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûn, keça wê li Efrînê pênc sal in di zîndana Maratê de ji aliyê çeteyan ve hatiye dîlgirtin û heya niha tu agahî li ser wê nîne. F.M qala zext û îşkenceyên ku ew li Efrînê jiyane kir û got, “Herî zêde jin tên hedefgirtin”

5 sal in ji keça xwe tu agahî negirtiye

F.M di destpêka gotinên xwe de destnîşan kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê û heya roja derketina wê kiriyar û binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê ranawestîn e û wiha got: "Ji ber kêm derfetan demê ku Efrîn hate dagirkirin me nikarî xwe xilas bikin lewra em mecbûr man di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de bijîn. Ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin û heya kêliya derketina me kiryar û binpêkirinên wan li ser milet ranawestiyan. Keça min ji aliyê çeteyan û leşkerên dewleta tirk ve di zîndana Maratê de hate dîlgirtin. Ev bû 5 sal keça min di bin hincetên cuda û derew de cem çeteyan dîlgirtiye. Di heman demê de ez û kurê xwe jî du caran hatin dîlgirtin. Asayîşa Leşkerî yên tirkan di mala me de em dorpêçkirin bi hinceta ku îfadeya me bigirin em dihatin dîlgirtin. Kurê min lêdan jî ji aliyê wan ve xwar. Ji ber tunebûna pereyan min nikarî xwedî li keça xwe derkevim, her wiha parêzer û dadgeh jî rêjeyên gelek buha dixwestin heta ku keça xwe ji zîndanê derxînim."

Malên gel tên talankirin, îşkence tê kirin

Ji ber rewşa aborî li herêmê û kêm kar F.M tev kurê xwe berê xwe dan herêmên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de û biryar standin ku êdî zordestî û guhartina demografîk ê dagirkeriyê tehemûl nakin. F.M behsa rewşa Efrînê dike û dibêje: "Ji ber malê me li gund zirar ji feleketa erdhêjê dîtibû, lewra me berê xwe da bajarê Efrînê, li Efrînê jî him kar tunebû him jî me cih nedît lewra me biryar stand ku ji Efrînê koç bibin. Êdî asta tehmûlkirina kiryar û binpêkirinên çeteyan nema. Ji malbatên çeteyan re hemû derfetan vedikin ji wan re mal peyda dibin û pere jî didin wan, lê dema ku miletê kurd li malên vala digerin gelek astengiyan dibînin û bi rêjeyên gelek buha nêzî sad dolarî malan difiroşin. Her wiha malên sivîlan talan dikin, hemû pêdîviyên mal di nav de erzaq jî davêtin derve û amûrên malan didizîn û difrotin. Efrîn tê talan û wêrankirin. Li zîndanan gelek êşkence li mirovan tên kirin û wan bi kiryaran re rûbirû dihêlin."

'Herî zêde jin tên hedefgirtin'

F.M di dawiyê de diyarkir ku li Efrînê êdî jiyan nayê jiyîn û rojane jin li Efrînê bi kiryaran re dimînin û got: "Li Efrînê êdî jiyan nayê jiyîn. Rojane jin bi qetilkirin û kiryaran re dimînin. Jina bi navê Ûfê Şêx li taxa Eşrefiyê ji aliyê çeteyan ve hate qetilkirin û zêrên wê hemû hatin dizîn û mal hat şewitandin. Em li wir bûn û me dibihîst ku çawa kiryarên xwe ser milet didina meşandin. Bi sedan mîna Ûfê rû bi rû rastî êşkence û qetilkirinê tên. Her çendî derbasî malan dibin û miletê sivîl binçav dikin. Herî zêde li Efrînê jin tên hedefgirtin û di êşkence û kiryaran re derbas dibin."