Ji bo şikandina tabûyan koma ‘Ez biskilêtê dixwazim’

Medya Xanim a ku li ser riya bi dirûşma “Ez bisikletek dixwazim” li Qamişloyê dest pê kir, bi dehan jinan gihîştandiye û diyar kir ku armanca wê ew e bi şikandina tabûyên li ser jinan, zihniyeta mêr a di civakê de serdest e biguherîne.

DÎREN ENGÎZEK

Qamişlo – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin bi şoreşa xwe ji nû ve jiyana xwe di nava civakê de bi rê ve dibin. Jinên ku mafê nirxandina “Şoreşa Rojava şoreşa jinan e” didin, têkoşîna xwe ya ji bo hilweşandina tabûyên civakî yek bi yek didomînin.

Yek ji van tabûyan jî siwarbûna bisiklêtê ye. Xebatên ku beriya du sal û nîvan bi dirûşma “Ez bisîkletê dixwazim” ji aliyê komek jinên Qamişlo yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat destpêkirin, gihîşt hejmareke zêde ya jinan. Medya Xanim a ku dest bi vê xebatê kiriye, armanca vê pêngavê vegot.

‘Me xwest li dijî zîhniyeta mêr pêngaveke wiha biavêjin’

Medya Xanim, anî ziman ku di civakê de li hemberî jinên bisikletê bi kar tînin darazên neyînî hene û got ku ew dixwazin her jinek bibêje “Ez bisiklêtek dixwazim.” Medya Xanim, anî ziman ku zîhniyeta mêr a di civakê de jinê tenê weke “beden” dibîne û wiha got: “Ev zîhniyet hê jî didome. Me nikarîbû vê yekê biguherînin. Ev çend sal in şoreş pêk hatiye, guhertinên baş hene lê dîsa jî hin tişt ji bo jinan nayên qebûlkirin. Ji ber vê yekê me xwest gavek wiha bavêjin.”

‘Zarokên keç piştî 12 saliya xwe nikaribûn li bisiklêtê siwar bibin’

Medya Xanim diyar kir ku di zarokatiya xwe de dikaribû li bisiklêta ku pir jê hez dikir siwar bibe lê piştî giha temenek mezin ji ber ku civakê qebûl nekiriye nikare siwar bibe û wiha got: “Malbat jî di bin bandora civakê de mabû û wan jî qebûl nekir. Dema zarokên keç digihîjin 10 û 12 saliya xwe, dibêjin ‘tu mezin î, li bisiklêtê siwar nebe’. Min xwest ez vê nêrînê biguherînim. Ev rastiyek e, demeke dirêj me nikaribû vê nêrînê biguherînin. Me xwest em gavekê bavêjin. Divê her jin ji xwe dest pê bike. Me xwest em van qalibên ku di civakê de ji bo jinan ferz tên dîtin bişkînin.”

‘Min xwest rê li ber gelek jinan vekim’

Medya Xanim a ku bi bisiklêta xwe li navenda bajêr digeriya û diçû ser karê xwe got: “Min xwest bi tiştekî ku jê hez dikim van qaliban bişkînim û rê li ber gelek jinan vekim.” Medya Xanim, da zanîn ku her jin nikare vê yekê bike lê belê ji bo guhertina nêzikatiya civakê dest bi vê xebatê kiriye.

 ‘Ji bisiklêtek heta 40 bisiklêtan ji yek kesî heta 40 kesî’

Medya Xanim diyar kir ku bi koma bisiklêtan a ku wê ava kiriye re du caran pêşbazî kirine û li Amûdê ya Herêma Cizîrê beşdarî maratona bûne û wiha got: “Di maratona me ya yekemîn de herî kêm 25 jinên ji temenên cuda beşdar bûn. Piştî vê maratonê me tîmek ava kir. Tîma me ya yekemîn ji 15 jinên ciwan pêk dihat. Niha em 40 kes in. Ji bisikletek, ji kesekî em li Qamişloyê bûn 40 bisiklet û 40 jin. Ev hêdî hêdî çêdibe lê me gavek girîng avêt.”

Medya Xanim, anî ziman ku armanca wan a bi koma ‘Ez bisiklêtek dixwazim’ şikandina qalibên li ser jinan e û wiha got: “Beşdarbûna gelek jinan a vê xebatê nîşan dide ku em ber bi armanca xwe ve diçin. Dema ku em wêneyên xwe li ser medyaya civakî parve dikin, heqaret û nêzîkatiyên şaş derdikevin holê, lê gelek kes dest bi pejirandina vê yekê kirine. 40 jin dikarin bi azadî bisiklêtê siwar bibin.”

'Jinan li dijî DAIŞ'ê şer kirin, çima li bisiklêtê siwar nebin’

Medya Xanim anî ziman ku jin dikarin gelek qalibên ku li ser wan hatine ferzkirin bişkînin û gavên mezin bavêjin û got: “Pirsek her tim di hişê min de tê û diçe. Jinan li dijî rêxistineke hov a weke DAIŞ’ê şer kirin. Bisiklêt tiştekî wisa biçûk e ku bi kêrî civak, xweza û jinan tê, lê çima heta niha nikare bişkîne? Ev bi rastî jî encama qalibên zîhniyeta bi hezaran salan e ku di me de hatine afirandin. Jin bi îradeyeke xurt dikarin bigihêjin armancên xwe.”

‘Ji bo tenduristî û xwezayê gelek feydeyên bisiklêtê hene'

Medya Xanim li ser feydeyên bisikletê ji bo tenduristiya mirovan jî wiha got:

“2 sal û nîv e ez li bisiklêtê siwar dibim. Ew enerjiya neyînî ji laş derdixe. Ez rojnamevan im, wextê min yê taybet ji bo werzîşê nîne. Dema ez bi bisiklêtê diçim kar, bi vî awayî jî werzîşê dikim. Ez 20 deqeyan diçim kar, ev ji bo min werzîşek e. Ez hîs dikim ku laş û îradeya min bihêz e. Li vir li stadyumê ji bo jinên ciwan mîna nefesekê ye. Ew ji her tiştê ku wan mijûl dike, teknîkî ya medyaya civakî hwd. we teşwîq dike ku tiştên baş bikin. Li şûna ku bi saetan bi telefonê re mijûl bibin, li vir hevaltiyê dikin.”

Medya Xanim destnîşan kir ku divê bisiklêt cihê wesayîtên bi motor ên ku ji aliyê ekolojîk ve qirêjiya hewayê zêde dikin bigire û got: “Li vir jenerator tên bikaranîn. Dûmana wan, bi taybet dûmana otomobîlan, jîngehê qirêj dike ji ber vê yekê em li şûna wan li bisiklêtan siwar bibin.”

‘Em dixwazin li her bajarî maratonan organîze bikin’

Medya Xanim, anî ziman ku dixwazin li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê maratonekê li dar bixin û got: “Piştî du mehan em ê maratona ku 40 jin tê de beşdar bibin, li dar bixin. Her wiha em fêrî jinên ku nizanin bisikletê siwar bibin fêr dikin û ew jî dikarin tevlî bibin. Eleqeyeke mezin ji bo bisikletê heye. Em dixwazin navendek hebe ku em karibin zêdetir jinan bigihînin hev. Mînak jinek heye 42 saliye du keçên wê hene ku qet li bisiklêtê siwar nebûne. Yek ji keçên wê jî di ekîba me de ye û ew dixwaze fêrî siwarbûna bisiklêtê bibe. Ew qet natirse.” Medya Xanim spasiya kesên ku piştgiriyê didin wan kir û got: “Em dixwazin ev werzîş belav bibe. Civak çawa lê binêre jî, ger jin bi awayekî azad karên rast bikin, divê ber bi armancên xwe ve bimeşin.”

‘Em bi bisiklêtê hewl didin zihniyetê biguherînin’

Rehef Zulfo ya ku nû tevlî komê bûye, da zanîn ku ji biçûkatiya xwe ji bisîkletê hez kiriye û di hefteyê de 3 rojan perwerdehiya wan bi du koman e. Rehef Zulfo, diyar kir ku ji bo guhertina darazên neyînî yên di civakê de gaveke girîng e û wiha got: “Çima dema ku birayê min di malbatê de bisiklêtê siwar dibe ez nikaribim siwar bibim an jî hevalên min li derve siwar bibin, çima ez nikarim? Li vir bisiklêtê siwarbûn ne tenê werzîşek e. Ne werin em li vir wextê xwe derbas bikin û biçin. Em hewl didin ku li vir hişmendiyê biguherînin. Em hewl didin ku bi civakê bidin fêr kirin.”

 ‘Em ê bi bisiklêtên xwe biçin gundan’

Rehef Zulfo, da zanîn ku li bisiklêtê siwarbûn nefes, bazdan û meşa wan jî bihêz dike û got: “Ev tevgera me rehet dike û laşê me dişidîne.” Rehef Zulfo, anî ziman ku ew ji zarokatiya xwe ve nêzîkatiyên paşverû yên civakê yên li hemberî keçan li ber çavan nagirin û destnîşan kir ku ew her tim li bisiklêtê siwar bûye. Rehef Zulfo, anî ziman ku ji bo civak bê guhertin divê malbat jî bê guhertin û wiha dewam kir:

“Malbat dibêjin ‘ji bo me ne pirsgirêk e ku zarokên keç li bisiklêtê siwar bibin, lê civak vê yekê şermezar dike’. Lê civak kî ye; Ev malbat civak in. Ger malbata min û yên hevalên min bên guhertin dê zîhniyeta vê civakê jî biguhere. Bi guherînê re, gelek zarokên keç wê bikarin li bisiklêtê siwar bibin. Heya niha em tenê dikarin li qadan bi ajon. Piştî demekê em ê bi bisiklêtên xwe derkevin nava bajêr û biçin gundan.”