Cenazeyê zarokê Ukraynayî li goristana bêkesan hat dîtin

Cenazeyê Zakhar Gladki yê 11 salî ku malbata wê ji ber şerê li Ukraynayê reviyabûn û li Hatayê bi cihbûn dema ku erdhej rû dide di nav de dimîne, 6 meh şûn de li goristana bêkesan hat dîtin.

Navenda Nûçeyan – Yulia Petrova û du zarokên wê yên ku piştî şerê Rûsya û Ukrayna li Antakyaya Hatayê li Residensa Ronesansê ya bi dirûşma ‘Goşeyek ji bihuştê’ bi cih bûn di erdheja Mereşê de di bin xirbeyan de man.

Piştî 6 mehan cenazeyê wî hat dîtin.

Cenazeyên Yulia Petrova û Matvei Gladki yên di bin xirbeyan de bûn hatin dîtin lê cenazeyê Zakhar Gladki ne hatibû dîtin. Xizmên wî ji bo dîtina Zakhar Gladki zêdetirî 6 mehan xebat kirin. Di encama hewldanan de cenazeyê Zakhar Gladki li goristana bêkesan ya jimara 402 ya li Taxa Narlica ya navçeya Antakyayê hat dîtin.

Dê cenazeyê bibin Ukraynayê

Alona Sevgî Taşçi ku di erdhejê de dayÎka xwe Irina û bavê wê Cengîz Taşçi, xizmên xwe Yulia Petrova û Matvei Gladki û herî dawî Zakhar Gladki winda kir got: “Dapîra Zakhar ji bo wî bibîne hat Hatayê. Dema çû serdozgeriyê di wêneyan de zarokek ku dişibe Zakhar dît. Tevî îhtîmala nelihevkirinê jî, testa DNA ya ku wê da û ya Zakhar li hev kir. Bi vî awayî em hîn bûn ku Zakhar li goristana bêkesan hatiye veşartin. Em gelek xemgînin lê niha bi kêmanî em dizanin ew li ku ye.”

Alona Sevgî Taşçi diyar kir ku dê cenazeyê Zakhar Gladki bibin Ukraynayê û wiha got: “Bavê Zakhar ji bo DNA’yê bide dihat Hatayê. Lê belê me cihê Zakhar zanî. Wê cenaze bibin Ukraynayê.”