Li Bamyanê perwerdeya zarokên keç hat qedexekirin

Li Bamyan a yekane bajar bû ku zarokên keç ên ji pola şeşan jortir dikaribûn biçin qursên ziman û zanistê, rêyên perwerdeyê ji bo zarokên keç hat girtin.

BAHARÎN LEHIB

Kabul – Du salan, Bamyan yekane bajar bû li Afganîstanê ku ji bo zarokên keç ên ji pola şeşan jortir destûr dihat dayîn ku beşdarî kursên ziman û zanistê bibin. Lê di 4’ê tebaxê de Wezîrê Teşwîqkirina Fezîlet û Pêşîlêgirtina Xerabiyê ya Talîbanê dema ku serdana Bamyanê dikir rastî êrîşê hat. Piştî êrîşê perwerdehiya zarokên keç hat rawestandin, gef li wan hat xwarin û ji dersan hatin derxistin.

Ji xwendekarên beşdarî dewreyên perwerdeyê Z.R. got, "Di dema dersê de em hemû di polê de bûn, hemû zarokên keç kincên reş ên dirêj li xwe kiribûn û mamosteyekî me perwerde dikir. Piştre kesên nasnameya wan nediyar êrîşî polê kirin."

Wezareta Parastin û Pêşîlêgirtina Xerabiyê ya Talîbanê jî di serdana xwe ya Parêzgeha Bamyan a Afganîstanê de di 26’ê Tebaxê de ketina Parka Amir Dam li jinan qedexe kiribû.