Ji bo beşdarbûna jinên Filistînî di nava siyasetê de têkoşîna hevpar

Meclîsên Siyê Jinan ku di sala 2004’an de ji aliyê rêxistinên jinan ve li Filistînê hatin avakirin, ji rêveberiyên herêmî heta Meclîs û Meclîsa Neteweyî ji bo beşdarbûna aktîf a jinan di nava siyasetê de dixebitin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza Rêxistinên jinan ên li Filistînê ku di sala 2004’an de ji bo jin di siyasetê de aktîftir cih bigirin û bêtir xuya bibin û ji bo partiyên siyasî kotayan bi kar bînin hatin avakirin, Meclîs bi salan e ji bo xurtkirina jinan di mekanîzmayên biryargirtin û rêveberiyê de têdikoşe. Sekretera Giştî ya Yekîtiya Jinên Filistînê Rîma Nazzal ku di nava Meclîsên Siya Jinê de cih digire, armanca meclîsa ku hatiye avakirin û tevkariya wê ya ji bo têkoşîna jinên Filistînî nirxand.'Ji bo namzetên jin xebatên perwerdeyê hatin meşandin'

Rîma Nazzal da zanîn ku Meclîs ji bo piştgiriyê bide namzetên jin gelek xebatên perwerdeyê li dar dixe û got:“Ji bo jin di hilbijartinên rêveberiyên herêmî û giştî de bibin namzet me xebat kir. Me li gorî hilbijartina namzetan li ser erkên wan perwerde da. Ji bo ku jin jêhatiya xwe bi cih bînin û hêza xwe bibînin me xebat kir. Dîsa di nav meclîsên şaredarî û gundan de li ser cihêkariya zayendî çalakiyên hişyarkirinê hatin lidarxistin.

'Peymanên hatine îmzekirin bandor li beşdarbûna jinan nekir'

Rîma Nazzal da zanîn ku wan di sala 2021’an de li Şerîda Gazzeyê 4 û li Şerîeya Rojava jî 89 Meclisên Jinan ava kirine û wiha pê de çû:

“Bi taybetî di rêveberiyên herêmî de ji bo xurtkirina tevlîbûna jinan û şikandina ramana baviksalarî ya zayendperest a civakê têkoşîn hate meşandin. Di vê çarçoveyê de me hejmara meclîsên jinan zêde kir. Ji bo ji nû ve birêxistinkirina rêveberiyên herêmî ji aliyê zayendî ve tevkariyeke girîng hate kirin. Her wiha di teşwîqkirina jinan de ji bo rawestin û dengdanê jî roleke bibandor lîst. Li gel siyasetê xebatên ji bo teşwîqkirina tevlêbûna jinan di gelek qadên civakî û aborî de tên kirin. Pirsgirêkên jinan tên rojevê û der barê mafên wan de hişyarî tê kirin. Filistînê gelek peymanên navneteweyî îmze kirine. Lê ev yek di pozîsyona biryardayînê ya jinan de dernakeve.”

Herî dawî Rîma Nazzal destnîşan kir ku ji rêveberiyên herêmî heta Meclîsê divê di hemû qadên siyasetê de jin zêdetir bên destekkirin û diyar kir ku jin pêşengên bi hêz in.