Du keştiyên koçberan binav bûn: pitikek û 4 jê zarok 5 kes mirin

Di encama binavbûna 2 keştiyên koçberên ku dixwestin ji Tirkiyê xwe bigihînin girava Yewnanîstanê, pitikek 11 mehî û 4 jê zarok 5 kes mirin.

Navenda Nûçeyan- Du keştiyên cuda yên koçberên ku dixwestin ji aliyê Tirkiyê ve xwe bigihînin giraveke Yewnanîstanê binav bûn. Asayîşa Peravê ya Yewnanîstanê ragihand ku di encama binavbûna keştiyên koçberan de li Bakurê Rojhilatê Girava Mîdîllî 4 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 18 kes jî hatine rizgarkirin.

Berdevkê Ewlehiya Peravên Yewnanîstanê Nikos Alexiou da zanîn ku zarokek 8 salî û keçek 14 û 8 salî û pitikek keç din a 11 mehî hene. Nikos Alexiou îdia kir ku bûyer di nav avên axa Tirkiyeyê de qewimiye, lê Ewlehiya Peravê ya Tirkiyeyê operasyoneke rizgarkirinê organîze nekir. Ji ber vê yekê Nikos Aexiou diyar kir ku boteke dewriyeyê ya Yewnanîstanê koçber rizgar kirine.

Hat diyarkirin ku kesên ku di qezayê de birîndar bûn rakirin Bendera Mytilene ya Mîdîllî û ji wir jî sewqî nexweşxaneyeke herêmê hatin kirin.

Roja Yekşemê, 20 kes ji qeyikekê li dervayê Mîdîllî û roja şemiyê li nêzî heman giravê 11 kes jî ji keştiyeke binav dibû hatin rizgarkirin. Ewlehiya Peravê ragihand ku du keştiyên din, yek jê 35 û ya din 21 tê de bûn roja Şemiyê gihîştine Samosê.